Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Balyozê Yekîtiya Ewrûpa li Iraqê civiya

2021-05-26T15:17:43.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Îro çarşem 26.05.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Martin Huth Balyozê Yekîtiya Ewrûpa li Iraqê kir.

Li civînê de ku birêz Vincent Guillaume Poupeau Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewrûpa li Hewlêr amade bû, pêşhatên siyasî û emniyên dawî yên Iraqê, peywendiyên Hewlêr - Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel civaka navdewletî û hevkarî û hevbeşiya di navbera wan, hewlên amadekirina destûra Herêma Kurdistanê û hilbijartinên paşeroja Iraqê guftûgo kirin.

Her du alî tekez li ser daxwaza du aliyane ya pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên Yekîtiya Ewrûpa û berfirehkirina warên alîkarî û hemahengiya di navbera wan kirin û hevra bûn ku Iraq û Herêma Kurdistanê li gelek waran da pêwîstiya wan bi alîkarî û yarmetîdana zêdetirê Yekîtiya Ewrûpa heye.

Rewşa Herêma Kurdistanê, azadî, demokrasî û mafên mirov mijareke dinê civînê bû, têda Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê li ser rêçika rast dibê û biha û çemkên hevbeş yên li gel cîhana pêşketî da diparêze.