Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Reîsî, peywendiyeke telefoniyê encam dan

2021-06-21T18:07:26.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Êvariya îro dûşem 21.6.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Îbrahîm Reîsî Serokê nû yê Komara Îslamiya Îranê, peywendiyeke telefoniyê encam dan.

Li peywendiyê da Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Serok Reîsî kir ku ji aliyê gelên Îranê ve bi Serok Komarê nû yê welat hatiye hilbijartin û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî dûpatkirina spas û pêzanînên ji bo hevkarî û piştgîriyên Îranê ya ji bo Herêma Kurdistanê li rojên dijwar de, hêvî xwest li serdema Serokayetiya Serok Reîsî da, peywendiyên dîrokiyên Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamî li ser bingeha berjwendiya hevbeş û cîrantiyeke baş, zêdetir ber bi pêşve biçin û warên alîkarî û hevbeşa di navbera her du aliyan de berfirehtir bibin.

Ji aliyê xwe ve Serok Îbrahîm Reîsî xweşhalî û spasiya xwe ya ji bo peywendî û pîrozbahiya Serok Nêçîrvan Barzanî derbirî û hêviya ber bi pêşveçûna zêdetirê peywendiyan û alîkariya Komara Îslamiya Îranê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê xwest.