Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama sersaxiyê ji Serok Nêçîrvan Barzanî

2022-01-29T17:15:37.000000Z
Peyam û Peywandî
Ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî Şêx Xalis Berzencî, kesayetiyê diyarê Hewlêr û perwerdekarê bi ezmûnê Kurdistanê, pirse û serxweşiyê li malbat û kesukarên wî yên birêz û li perwerdekarên Kurdistanê dikim, hevsoz û hevxema wanim.

Xwedê jêrazî dilsozane çendîn salên dirêjê temenê xwe bi xizmeta perwerde û perwerdekaran bexşî û li vî derbarî de cihê destên wî diyare. Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê wî bi behişt şad bike û aramî û hedarê bi malbat û kesukarên wî bibexşê.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê
29.01.2022