Êvara îro Duşem 2026/3/30, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefonî ji birêz Recep Tayyip Erdoğan, Serkomarê Tirkiyeyê girt.
Di peywendiyê de, Serok Erdoğan hevsoziya xwe pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî û malbatên wan pêşmergeyên qehreman kir yên ku di êrîşên dawî yên ser Herêma Kurdistanê de şehîd û birîndar bibûn, herwiha bi tundî ew êrîşa dronî ya ser mala wî li Duhokê protesto kir.
Serok Erdoğan tekez kir ku welatê wî bi girîngiyeke mezin li aramî û tenahiya Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û hertim piştevaniya aramiyê û parastina tenahiya li navçeyê dike.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya peywendiya Serok Erdoğan û helwesta dostane ya Tirkiyeyê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê kir, herwiha tekez kir ku Herêma Kurdistanê wek hertim faktera aramiyê ye û ti carî nabe beşek ji şer û aloziyan.
Pêşhatên herî dawî yên şer û bandora wan li ser navçeyê û cîhanê, beşek din yê peywendiya telefonî bû; tê de herdu aliyan tekez li ser girîngiya hewlên dîplomatîk ji bo rawestandina şer û çareseriya aştîyane ya nakokiyan kirin.