2024-02-18T15:38:22.000000Z
Piştî beşdariya sê rojî ya çalak di Konferansa Asayîşa Munchenê li Almanyayê da û rojeva berfireh ya hevdîtinên bi serkirde û berpirsên welatan û şandeyên wan ra, îro piştî nîvro yekşemê 18.02.2024ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, digel bi dawî hatina konferansê, serdana xwe ya bo Almanyayê bi dawî anî.
Serok Nêçîrvan Barzanî digel serkirde û berpirsên payebilind yên welatan civiya û di wan civînan da rewşa emnî û siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, aloziyên li Rojhilata Navîn, metirsî û kêşeyên li pêşiya ewlekarî û aramiya navçeyê û hemû cîhanê û herwesa derbarê pêşxistina peywendiyan û hevkariyên hevbeş di warê enerjî û asayîşa enerjiyê û bandorên guhertinên keşûhewayê gotûbêj kirin û nêrînên Herêma Kurdistanê li ser van mijaran pêşkêş kirin.
Di rojeva sê rojan da Serok Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya konferansê da, digel Sekreterê Giştî yê NY, Serokê Azerbaycanê, Şahê Urdinê û her yek ji Serokwezîrê Yûnanîstan, Qeter, Ermenîstan û Estonyayê û digel Cîgirê Serok û Berpirsê payebilind yê Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlekariya YE, wezîrên derve yên Brîtanya, Fransa, Awusturya, Tirkiye, Kuweyt, Vatîkan, Bahreyn û wezîrên berevaniyê yên Brîtanya û Almanyayê civiya.
Herwesa digel hejmareka şand û berpirsên pilebilind yên çend welatên din, ji wan şandeya Kongresa Amerîkayê li her du Civata Nûneran û Civata Senatoyê, Şêwirmendê pilebilind yê Serokê Amerîkayê ji bo karubarên enerjî û sermayerazandinê, wezîrên dewleta Almanyayê ji karûbarên Berevanî, karûbarên Derve ji bo Hevkarî û Aborî û geşepêdanê, Alîkarê Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Asayîşa Navdewletî, Serokê Tîma Serbixwe ya Pêdaçûnên Stratejîk bi nûneratiya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, şandeke ji parlamenterên her sê partiyên SPD, CDU, CSU yên Almanyayê û şêwirmendên Serokomarê Fransayê yên ji bo karûbarên dîplomatîk civiya.