2021-12-13T14:34:36.000000Z
Di dema civîna li gel birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, birêz Brett McGurk Rêkxerê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîka ya li Koşka Spî, dûpat kir ku Amerîka li piştgîrîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê de berdewam dibê û ji bo rûbirûbûn û têkşikandina yekcariya Da'îş dikarin pişt pê bibestin, her wiha sersaxî û serxweşiyê pêşkêşî malbatên şehîdên Pêşmerge kir ku vê dawiyê li rûbirûbûna Da'îş da şehîd bûn.
Li civîna ku nîvroya îro dûşem 13.12.2021 li Hewlêrê birêve çû, Serok Nêçîrvan Barzanî dema serdana birêz McGurk ya li Iraq û Herêma Kurdistanê bi girîng da zanîn û dûpat kir ku li serubenda guhertina erkê hêzên Amerîka û Hevpeymanan li Iraqê, dûpatkirina berdewamiya pêgiriya Amerîka bi piştgîrîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê, peyameke girînge.
Li civînê de ku birêz Balyozê Amerîka li Iraqê û Konsolê Giştî yê li Hewlêrê amade bûn, hilbijartin û encamên wê û pêşbîniya ji bo paşeroja proseya siyasî li Iraqê, guftûgoya di navbera hêz û aliyên Iraqiyan, hewlên ji bo damezrandina hikûmeta nû ya federal, rewşa emnî û serbazî û aboriya welat, êrîşên Da'îş, alîkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşê, peywendiyên Hewlêr - Bexda, guftûgoya stratejiya Iraq - Amerîka û derfetên pêşxistina peywendiyên her du aliyan hate guftûgo kirin.
Her du alî hevra bûn ku Da'îş metirsiyeke rasteqîneye û ji bo rûberûbûna wê û têkşikandina wê, hê jî Iraq pêwîstî bi berdewamiya piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî heye. Her wiha alîkarî û hemahengiya hêz û aliyên Iraqiyan bi pêwîst zanî bo ku bikarin hikûmeteke komker li welat pêk bînin ku bersîvdana daxwaziyên welatiyên Iraqê bê û aramiyê biparêze.
Rewşa navxweya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Iraqê li gel welatên navçeyê û cîhanê, rewşa navçeyê bi giştî, pêşhatên dawî yên Sûriye û pirsa Kurd li wî welatî û çend babeteke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinên civînê bû.