Doh Pêncşemê 26.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peyameke hevbeş ji Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê û Konsolos û Nûnerên Welatên Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê wergirt.
Di peyamê de, wan sersaxiyeke kûr ji bo êrîşa mûşekî ya ku berî sibehiya Sêşemê 24.03.2026 li ser devera Soranê hatibû kirin û di encamê de hejmarek Pêşmerge şehîd û birîndar bûbûn, anîn ziman.
Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê û Konsolos û Nûnerên Welatên Yekîtiya Ewropayê sersaxiyeke kûr pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî û malbatên wan şeş Pêşmergeyên qehreman ên ku di êrîşê de şehîd bûbûn kirin û hêviya başbûnê ji bo birîndaran xwestin.
Di peyamê de, ku kopiyeke wê jî ji bo birêz Mesrûr Barzanî, Serokwezîr, û Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hatibû şandin, wan herwiha dilgiraniya xwe ya kûr li hember êrîşên li ser Herêma Kurdistanê di çend hefteyên borî de nîşan dan.
Di dawiya peyamê de, wan dilsoziya xwe û welatên xwe ji bo Herêma Kurdistanê dubare kirin û tekez li ser piştgirîkirina aramî û ewlehiya deverê kirin.