Behîdarî û sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbanî yên bûyera xemgîn ya peqîna şevê dî ya bajarê Dihokê dikim ku cihê xemeka mezin e, dil û hestên min digel wan û şirîkê êş û kovana wan im, ji Xwedayê mezin hêvîxwazim canê qurbaniyan bi rehm û dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê bi malbat û kesûkarên wan bide, herwesa hêviya cansaxî û şîfaya bilez ji bo birîndaran dixwazim, em ji bo her alîkariyeka pêwîst ya çareseriya wan amadene.
Dubarebûna bûyerên peqîna gazê, cihê dilgiranî û metirsiyeka ciddiye û divê aliyên peywendîdar bi zûtirîn dem bi ciddî li ser vê mijarê rawestin û çavdêriyeka baştir li ser sîstemê gazî û çawaniya bikarînana wê bikin û rêkarên baştir yên selametiyê hebin da ku rê li bûyerên bi vî awayî yên xemgîn bê girtin.
Xwedayê mezin alîkarê malbat û kesukarên qurbaniyan û xelkê parêzgeha Dihokê be û dilê me hemûyan bi wan ra ye.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
22.11.2022