2024-05-06T10:12:25.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja duşemiyê 07.05.2024ê danê sibê li Têhranê, digel birêz Îbrahîm Reîsî Serok Komarê Îslamî ya Îranê civiya.
Di civînê da ku, her du Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şandeya Serokatiya Herêma Kurdistanê jî tê da amade bûn, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Îranê digel Iraq û Herêma Kurdistanê li ser bingeha cîrantiya baş û berjewendiyên hevbeş û bilindkirina asta têkeliyên bazirganî û aborî kirin. Herwesa her du serokan peywendiyên dêrîn û dîrokî yên di navbera Komara Îslamî û Herêma Kurdistanê bilind nirxandin.
Serok Komarê Îslamî ya Îranê spasiya Herêma Kurdistanê kir ji bo wê alîkariya ji ziyaretkarên Îranî ra yên ku di nav Herêma Kurdistanê ra diçin bo serdana mezargehên xwe yên pîroz li başûrê Iraqê, kir.
Serokê Herêma Kurdistanê, ji aliyê xwe ve, spasiya piştevanî û alîkariyên Îranê bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Di mijareke dinê vê hevdîtinê da li ser pêwîstî û girîngiya berdewamiya hemahengî û hevkariya di navbera Komara Îslamî ya Îranê digel Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo parastina aştî û aramiya navçê tekezî kirin.