Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Brîtanya tekez li ser berdewamiya piştgîriya Herêma Kurdistanê dike

2020-12-01T12:59:16.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Serok Nêçîrvan Barzanî di civîneke li gel birêzan James Cleverly Wezîrê Brîtanya yê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîka û James Heappey Wezîrê Dewlet yê Karubarê Hêzên Çekdaran, spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ya ji bo piştgîrî û hevkariyên Brîtanya li şerê dijî terorê da dûpat kir û ragihand pêwîste îradeyekî siyasî li Iraqê ji bo çareserkirina kêşeyên Hewlêr - Bexda hebê û sîstema federalî wekî li destûrê da hatiye bi bingeh bê girtin.

Li civîna ku îro sêşem 01/12/2020 bi amadebûna birêzan Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêr birêve çû, her du alî peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Brîtanya, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, kêşeyên Hewlêr - Bexda û berdewamiya metirsî û gefên Da'îşê guftûgo kirin û hevrê bûn ku ji bo şerê dijî terorê hê jî hevkarî û piştgîriya hevpeymaniya navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîste.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê, serdana her du birêzên Wezîrên Brîtanya ya Herêma Kurdistanê li vê rewşê de ku ji ber belavbûna virusa Korona cîhan bi demeke dijwar da derbas dibe, cihê pêzanîn û peyameke erênî da zanîn û xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Brîtanya li hemû waran da dûpat kir.

Her du birêzên Wezîrên Brîtanya spas û pêzanînên welatê xwe ya ji bo rola Herêma Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge li şerê dijî terorê û têkşikandina Da'îş da dûpat kir û ragihand Brîtanya li hevkarî û piştgîriya Herêma Kurdistanê ya ji bo rûbirûbûn û ji navbirina yekcariya terorê û metirsiyên Da'îş û yarmetîdana Hewlêr û Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyan de berdewam dibe.

Hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, pêşketinên navçeyê bi giştî, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel welatên cîran û çend pirseke ji bo her du aliyan girînbûn, mijareke dinê civînê bûn.