Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Civîna Serokatiya Herêma Kurdistanê digel partiyên siyasî û nûnera Neteweyên Yekgirtî

2022-08-10T14:25:24.000000Z
Nûçe
Di bin serpereştiya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna xatûn Jeanine Hennis-Plasschaert, Nûnera Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, roja çarşemê 10.08.2022ê li bajarê Hewlêrê, civîna Serokatiya Herêma Kurdistanê digel aliyên siyasî di derbarê hilbijartinên paşerojê ya Herêma Kurdistanê hate saz kirin.

Di destpêka civînê da, Serok Nêçîrvan Barzanî di axaftinekê da spasiya Jeanine Hennis-Plasschaert kir ku dawetnameya Serokatiya Herêma Kurdistanê qebûl kir û beşdarî civînê bû, û hêvî xwest ku aliyên siyasî bigihin li hev têgihiştinekê ji bona diyarkirina wextê hilbijartinan û çareserkirina pirsgirêkan û tekez li ser girîngiya hilbijartinan ya ji bo Herêma Kurdistanê kir, Serok Nêçîrvan Barzanî got: Dereng mayîna hilbijartinan dê ziyanê bi nav û statuya Herêma Kurdistanê bigehîne.

Birêz Jeanine Hennis-Plasschaert, ji aliyê xwe ve, di axaftinekê da tekez li ser wê yekê kir ku girînge aliyên siyasî li ser pirsa hilbijartinan û diyarkirina wextê encamdana hilbijartinan bigihin li hev têgihiştinekê û got ku ji bona serxistina vê prosesê Neteweyên Yekgirtî amadeye hemû hevkarî û piştevaniyê bike. Wê tekez li beşdarbûyan kir ku divê zû bigihin encamekî ji ber ku dem li ber dest de nemaye.

Birêz Mistefa Seyid Qadir Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê rapora komîteya hatiye raspartin ya ji bo pirsa hilbijartinan pêşkêş kir, aliyên siyasî dîtinên xwe li ser raporê diyar kirin û spasiya Serokatiya Herêma Kurdistanê kirin ji bo wan hewlên ji bo li hev civandina aliyên siyasî û beşdariya berdewamiya civînên bi vî awayî bi erênî da zanîn.

Di dawiyê da biryar hate dan ku destpêka meha îlona bê ji bo yekalîkirina tevaya pirsgirêkên li pêşiya prosesa hilbijartinan encam bidin, heta hîngê jî Serokatiya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî bi hevkarî digel tîma pisporiya UNAMI di nav diyalogek berdewam da bin.

Di dawiyê de biryar hate dayîn ku civîna dawî ya Îlona dahatî ji bo çareserkirina hemû kêşeyên girêdayî hilbijartinan û çareserkirina kêşeyên rûbirûyê proseyê were li darxistin, heta wê demê serokatiya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî li ser gotûbêj û amadekariyan berdewam bin.