2020-01-06T18:43:28.000000Z
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Hezretî Ayetullah Xameneyî, Rêberê Bilindê Komara Îslamiya Îranê
Silav li we bê...
Rûdana ji destçûna Serdar Hacî Qasim Suleymanî bûye cihê dax û dilgiraniya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Rêzdar dostê me bû, li bereya şerê dijî dîktatoriyê û piştevan û hevçeperê me jî bû li dijî grûpa terorîstiya Da'îş, bi awayek ku çendîn car ji aliyê hemû berpirsên Iraqê û Herêmê ve rêz li zehmetî û fedakariyên wî hatine girtin.
Bi navê xwe û gelê Herêma Kurdistanê ve serxweşiyê li cenabê we û malbata wan ya rêzdar dikim, hêvîdarim cihê wî bihûşta fireh bê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê
06/01/2020