Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo cejna Qurbanê

2021-07-19T13:30:12.000000Z
Peyam û Peywandî
Bi helkefta hatina cejna pîroza Qurbanê, germtirîn pîrozbahiyê li malbat û kesukarên şehîd û enfalkiriyan, Pêşmergeyên qehreman, hêzên emnî û tevahiya misilmanên li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim, ji bo hemuyan cejn û bîhnvedaneke aram dixwazim.

Hêvîdarim cejn li gel xwe da aramî û xweşiyê bîne, dawî bi derd û pejikê bê, ji bo tevahiya mirovayetiyê jiyan asayî bibê û cejn û helkeftên xwe yên paşerojê li rewşeke baştir da pîroz bikîn.

Li vê helkeftê de bila em hemû bi takekesî û malbat û civakê ve peyam û wateyên cejnê bi lêborînî û pêkhatin û bi hevdû lê xweşbûnê, bikîn bingehek ji bo kûrkirina pêkvejiyan û hevdû qebûlkirin û aştewayiyê û em hemû pêkve bi yekrêz û tebayiyê, ji bo paşerojeke baştir ya Kurdistanê de alîkar bîn.

Daxwazê ji welatiyên xweşdivî dikim bi navê selametiya xwe û ezîzên xwe bi tevahî pêgirî rênimayî û rêkarên xweparêziyê bin. Cejn li we hemûyan pîroz bê. Hemû salek bi xweşî û xwedayê mezin we hemûyan biparêze.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19.07.2021