Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Daxuyaniya civîna Serokayetiya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasiyan

2020-03-04T15:17:03.000000Z
Daxuyanî
Îro çarşem 04/03/2020 bi serpereştiya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna birêzan Cîgirên Serok, civîna hevbeşa aliyên siyasiyên Kurdistanî, yên beşdarê li Encumena Nûnerên Iraqê li Serokayetiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê hate encamdan.

Civîn taybet bû bi nirxandina rewşa siyasiya Iraqê piştî serneketina hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federaliya Iraqê û hengavên paşarojê ya pêkanîna hikûmetê.

Di destpêkê de Serok Nêçîrvan Barzanî spasî aliyên siyasiyan û Firaksiyonên Kurdistanî yên li Encumena Nûnerên Iraqê ya ji bo yek helwestiya wan li muamelekirina li gel rewşa niha ya Iraqê da kir û tekez jî li wê yekê kir ku divê parêzgeriyê li vê yekrêzî û yekhelwestiye bê kirin û Serokayetiya Herêmê jî wekî sêwan û çetra komkerê hemû aliyên Kurdistaniyan yên li ser bingeha erk û mafên wanê piştgîr û parêzerê vê yekrêzî û yekhelwestiyê dibe.

Civînê de tekez li ser xemxuriya Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina kêşeyên Iraqê kirin û hemû hevkarî û piştgîriyekî ji bo hewlên çareserî û derbaskirina Iraqê ji kêşe û qeyranan li çarçêweya destûrê da û li ser bingeha hevbeşiya rasteqîne û dabînkirina mafê hemû pêkhatên Iraqê kirin.

Li civînê de dûpat kirin ku aliyên Kurdistanî wekî herdem beşek dibin ji çareseriyê û bi vê navê da hemû şiyanek dixine holê. Her wiha hemû aliyên siyasî amadehiya xwe ji bo çûna nav proseya guftûgoyekî giştgîr ya niştimaniyane ya pêkanîna kabîneya nû de dûpat kirin ku bi awayeke bersîvderê daxwazên rewayên hemû gelê Iraqê bê, şiyana çareserkirina kêşe û qeyranên welat hebê, bibê cihê rizamendiya tevahiya pêkhatên Iraqê û mafên destûriyên Herêma Kurdistanê dabîn bike.