Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Daxuyaniya dawî ya civîna aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Serokayetiya Herêmê

2022-06-09T19:16:01.000000Z
Daxuyanî
Di bin serperiştiya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê da, û bi amadebûna xatûn Jeanine Plasschaert Nûnera taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û tîma pispor di warê hilbijartinan da ya ser bi UNAMI ve, li Serokatiya Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 09.06.2022ê, civîna aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê birêveve çû.

Civîn taybet bû bi xweamadekirin ji bo hilbijarina bê ya parlamentoya Kurdistanê, hewildan ji bo jihevnêzîkirina dîtina hemû aliyan li ser yasaya hilbijartina û Komisyona Balaya Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsî û çend mijarên din yên peywendî bi hilbijartina ve.

Civînê ew êrîşa terorîstî ya ku şeva çarşemê 08.06.2022ê bi Dironeka bombebarkirî kiriye ser Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, ku ji egerê wê êrîşê ziyanên canî û madî yên sivîlan hebûn bi dijwarî şermezar kir û ev yek bi gefek cidî bo ser asayîş û seqamgîriya Iraqê da zanîn. Di vê çarçoveyê da, daxwaz ji hikûmeta Federal ya Iraqê hat kirin ku pêdiviye dawiyê bi van destdirêjiya bîne, û bi hevahengî û hevkariya digel saziyên emnî yên Herêma Kurdistanê ji bona rêgirtin li dubarebûna êrîşên bi vî awayî hewlên cidî bidin.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê, her di vê civînê da, spasiay hewilên nûnera taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir ji bo xemxuriya wê bo rewşa Herêma Kurdistanê û pirsa hilbijartina. Herwesa spasiya amadebûna aliyên siyasî û qebûlkirina dawetnameya Serokatiya Herêma Kurdistanê kir.

Piştî gotubêjan û guhertina dîtinan, tev aliyên amadebûyî li ser giringiya encamdana hilbijatinek serkeftî bi awayekî ku berjewendiyên Herêma Kurdistanê û pêşxistina prosesa demokrasiyê di ser hemû berjewendiyan ra be û Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser xebatên xwe yên ji bona çareserkirina wan astengiyên li pêşiya yasaya hilbijartina mane, berdewam be.

JI bona vê armancê, civînê biryar da ku li Serokatiya Herêma Kurdistanê, Sekretariyek bê pêkanîn û bi hevahengî digel Tîma UNAMI ji bona şopandin û berdewamiya hewilan digel aliyên siyasî û heta 1ê tîrmeha 2022ê di vî warî da raportekê amade bikin.

Tevaya aliyên beşdar di civînê da, xebatên birêz Serokê Herêma Kurdistanê yên ji bona jihevnêzîkirina aliyên siyasî bilind nirxandin û dupat kir ku di vî warî da piştevanên pêngavên Serokatiyê dibin. Herwesa spasiya xebat û hewilên nûnera taybetiya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kir.