2024-01-30T16:28:54.000000Z
29.01.2024
Wezareta Berevaniya Amerîka û Serokayetiya Herêma Kurdistanê vê daxuyaniyê belavkirin:
Berpirsên bilindên Wezareta Berevaniya Amerîka û Herêma Kurdistana Iraqê, li 29.01.2024 civîna komîteya birêveberê bicîhkar ya ji bo pirsa Pêşmerge li Serokayetiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê encam dan.
Civîn ji bo nirxandina wan pêşketinan bû ku li proseya reform û çaksaziya li hêzên Pêşmerge da pêkhatine, li çarçêweya yadaştnameya hevtêgihiştina di navbera Wezareta Berevaniya Amerîka û Wezareta Karubarên Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da li Eylûla 2022 de hatibû nûkirin.
Komîte wan pêşketinan xiste rû ku ji bo çaksaziya li hêzên Pêşmerge da pêkhatine, her wiha li ser xalên serekiyên ji bo sala bê rêkkeftin wekî beşek li pêdagiriya hevbeş û demdirêj ya ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge ya li çarçêweya Wezareta Karubarên Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da û avakirina hêzekî pîşeyî ku bikarê têkşikandina yekcariya Da'îşê mîsoger bike.
Wezareta Karubarên Pêşmerge pêşketinên ber bi çav li pirsa çaksaziyê li pêkhata darayî û hêzan da bi dest ve aniye. Wezareta Berevaniya Amerîka û Wezareta Karubarên Pêşmerge bi xweşhaliyê ve berdewamiya hewlên çaksaziyê dinêre ku li yadaştnameya hevtêgihiştina di navbera Wezareta Berevaniya Amerîka û Wezareta Karubarên Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li 2022 da pêkhatiye. Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka ji bo avakirina Iraqekî bihêz û aram û xwedî serwerî, piştgîriyê li gelê Iraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî dike.