2023-09-03T08:10:39.000000Z
Girtina rêya serekî Hewlêr-Kerkûkê di 6 rojên borî da karekê neyasayî bû, mixabin heta niha ew kiryara neyasayî ji aliyê rêveberiya Kerkûkê ve nehatiye rakirin! Kerkûkê pêwîstî bi cîbicîkirina yasa û destûrê heye û bi tu awayî pêwîstiya wê bi zêdetir karên neyasayî nîne!
Piştî ku îdareya bajêr bi tu awayî dawî bi wî karê neyasayê neanî ku, bandor li jiyana şêniyên bajêr bi giştî kiriye, îro welatiyên Kurd ên Kerkûkê li dijî girtina rê xwepêşandan kirin, lê mixabin bi dijwarî bersiva wan hat dayîn û di encamê da ciwanek şehîd bû û çend kesên din jî birîndar bûn.
Di demekê da ku em bi dilgiraniyek mezin li aloziyên ewlehiyê dinêrin û rewşê ji nêz ve dişopînin. Em gulebarankirin û bikaranîna çekan li dijî xwepêşanderên sivîl bi tundî şermezar dikin. Çêkirina kaosa ewlehiyê li Kerkûkê metirsiyeke ciddî li ser pêkvejiya, ewlehî û aramiyê çêdike.
Divê aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Iraqa Federal demildest rêkarên pêwîst werbigrin û erkê hêzên ewlehiyê ye ku ewlekariya hemû pêkhateyên Kerkûkê, bê cudahî, biparêzin û teqekeran rûbirûyê yasayê bikin.
Berpirsiyariya hemû aliyane ku aramî û asayîşê biparêzin û bi ti egerekê rê nedin rewşa ewlekariya Kerkûk û parêzgehê aloz bibe. Divê hemû alî bi sebir bin, rê bêne vekirin û aramî û jiyana asayî ji bo welatiyên Kerkûkê vegere.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
02.09.2023