
2025-06-13T12:32:00.000000Z
Em êrîşa Îsraîlê li ser Komara Îslamî ya Îranê û bikaranîna hêza leşkerî ji bo çareserkirina nakokiyan, proteso dikin. Ev pêşveçûn, aştî û aramiya herêmê hêj zêdetir tevlihev dike û metirsiyê ji bo ewlehiya herêmî û navneteweyî û aramiyê çê dike.
Berbirûbûn û rêkarên leşkerî, rewşê dijwartir dikin. Di vê dema nazik de, erka civaka navneteweyî ye ku karvedaneke wê ya bilez û bandordar hebe û bixebite ji bo ku tevlihevî û aloziyên zêdetir dernekevin û herî zû rê li ber dijwarbûna bêtir a rewşê, bête girtin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê
2025/6/13