Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi tundî êrîşa ku îro Şemî 14/03/2026 li ser Konsulxaneya Giştî ya Dewleta Mîrnişînan li Hewlêrê hate kirin, şermezar dike. Di encama êrîşê de du pasevan birîndar bûn û ziyan gihîşt avahiya konsulxaneyê.
Di demekê de ku em hêviya bi lez başbûnê ji bo birîndaran dixwazin, dubare dikin ku divê Hikûmeta Iraqê erka xwe ya ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk pêk bîne, rê li ber dubarebûna van êrîşan bigire, berpirsiyarên wê peyda bike û wan ceza bide, da ku êdî zêdetir ewlehî û berjewendiyên welat nekevin metirsiyê.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
14/03/2026