Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Fînlanda li piştgîriya Herêma Kurdistanê de berdewam dibe

2021-12-06T11:11:54.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Berî nîvroya îro dûşem 06.12.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Matti Lassila Balyozê nû yê Fînlanda li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo destbikarbûn û ji bo roja serbixweyî ya Fînlanda pîrozbahiyê lêkir û hêviya serkeftinê ji bo wî bi xwe û gel û Hikûmeta welatê wî xwest. Her wiha spasî Herêma Kurdistanê ya ji bo Fînlanda dûpat kir ku li sala 2015 ve li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş da, hevkarî û piştgîriya Herêma Kurdistanê dike.

Birêz Balyozê Fînlanda balkişand li ser wê yekê ku welatê wan bi girîngiyê ve li peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û xwazyare li hemû waran da peywendiyan zêdetir pêş bixe, tekez li wê yekê jî kir ku welatê wan li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletî da, li hevkarî û piştgîrîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê de berdewam dibe.

Nirxandina hilbijartinên Iraqê û hengavên pêkanîna Hikûmeta paşerojê ya Iraqê, amadehî û pêgeha Herêma Kurdistanê li proseya siyasiya Iraqê da, girîngiya aramiya siyasî, pirsa koç û koçberan û rewşa navçeyê bi giştî, mijareke dinê hevdîtinê bû.