Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Helwesta Serokayetiyê li ser reftarên artêşê li hember cotkarên Kurd

2025-02-17T19:58:00.000000Z
Nûçe Daxuyanî

Di derbarê reftarên çend endamên artêşa Iraqê li hember cotkarên Kurd yên li devera Kerkûkê, roja duşemê 17.02.2025ê, birêz Dilşad Şehab Berdevkê Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji malpera Serokayetiya Herêma Kurdistanê re ragihand:


Em bi temamî wan reftaran red dikin û nayên qebûlkirin. Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji nêzîk ve ew pirs şopandiye û daxwaz ji rayedarên pêwendîdar kiriye ku rêkarên pêwîst li hember encamderên vê reftarê bigrin û rê li ber dûbarebûna wê yekê bigirin.


Berdevkê Serokayetiya Herêma Kurdistanê her wiha got: Kiryarên bi vî rengî ziyanê digihînin jiyana hevbeş û aştiya civakê û pêwîste hemû alî van cure tevger û reftaran red bikin û tawanbaran mehkûm bikin û sizayên yasayî li ser wan bisepînin.