Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Hevserokê DEM Partiyê pîrozbahî li serok Nêçîrvan Barzanî kir

2025-06-06T13:51:00.000000Z
Nûçe

Îro în, 06.06.2025 birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo cejna pîroz a Qurbanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Tuncer Bakırhan, Hevserokê Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî)yê ve, wergirt.

Di peywendiya telefoniyê de birêz Bakırhan li ser navê xwe û DEM Partîyê, pîrozbahiya cejnê li Serok Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê kir û hêviya serkeftin û pêşketina berdewam jê re xwest.

Birêz Bakırhan herwiha spas û pêzanînên xwe ji bo hewl û keda Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo serxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê kir û tekez kir ku wek qonaxên berê, di qonaxa niha û paşerojê de jî pêwistiya wan bi rol û piştgiriya Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo serxistina pêvajoya aştiyê, heye.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî, tevî pêşkêşkirina pîrozbahiya cejnê, spasiya birêz Hevserokê DEM Partîyê ji bo peywendiya wî kir, herwiha tekez li ser girîngiya pêvajoya aştiyê li Tirkiyê kir û ragihand ku ewê piştevaniya pêvajoyê bidomîne. Herwiha dubare kir ku pêvajoya aştiyê derfetek e divê neyê jidestdan û hemû ji bo serxistina wê kar bikin.