Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî ji Papayê Vatîkanê nameyek wergirt

2021-04-12T17:37:02.000000Z
Uncategorized @kmr
Li nameya ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî de, Papayê PÎroz Fransis Papayê Vatîkanê spasiyên xwe ji bo wê pêşwaziya germ derdibrê ku di dema serdanê da lê hatibû kirin û pesnê kultûra pêkvejiyan û tebayî û hevdû qebûlkirina di navbera ol û pêkhatên li Herêma Kurdistanê dike.

Piştî nîvroya îro dûşem 12.04.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li cihê mayîna xwe ya li Bexda pêşwaziya birêz Mîtya Lêskovar Balyozê Vatîkan li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de birêz Balyozê Vatîkanê xweşhaliya xwe bi serkeftina serdana Papayê Pîroz ya Iraq û Herêma Kurdistanê derbirî û spasiyên xwe ji bo bername û rêkupêkiya amadekarî û birêveçûna serdanê derbirî. Birêz Serokê Herêma Kurdistanê jî serdanê bi girîng da zanîn û dûpat kir ku divê hemû Iraq sûd ji serdanê û peyamên wî werbigrin ku peyama aştî û rêz û lêborîniyê bûn.

Her du alî tekez li ser girîngiya bi hêzkirina giyan û kultûra tebayî û pêkvejiyan û hevdû qebûlkirinê kir û Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku ewe kultûreke kevnar ya gelê Kurdistanê ye û Herêma Kurdistanê wekî herdem bi aliyekî aram ya ji bo hemû ol û pêkhatan dimîne.

Li hevdîtinê de birêz Balyozê Vatîkanê nameyekî Papayê Pîroz gihande Serok Nêçîrvan Barzanî û eve jî naveroka wê ye:

Cenabê Serok birêz Nêçîrvan Barzanî yê hêja!

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê

Silavekî birayane...

Xweşhalim silavên xwe yên birayane pêşkêşî cenabê we bikim û hêviya kameraniyê ji bo we û gelê we yê xweşdivî bixwazim. Hêvîdarim hûn bi xwe û tevahiya hevkarên we herdem li tendirustî û selametî û lêborînî û bexşînê da bin.

Hez dikim ji bo cenabê we û tevahiya karbidestên li gel we û hemû gelê Iraqê, bi taybetî nîştecihên xweşdiviyên Kurd, hestên xwe yên kûr, yên spasguzariyê ji bo wê pêşwazî û mîhvandariya germ derdibrim ku we li min û şanda li gel min kir. Her wiha hêvîdarim silav û rêzên min bi cenabê birêz Mesrûr Barzanî Serokê Encumena Wezîrên Kurdistana Iraqê bigihînin. Spasiya we dikim ku we bi xwe beşdariyê li nimêj û pîrozbahîkirina me ya li Yarîgeha Franso Herîrî li Hewlêrê kir, ewe nîşana giyana tebayî û lêborînî û birayetî û miroviya weye.

Ew rojên ku min li gel we bi ser bir, min hest kir ew fireh olî, fireh kultûrî û fireh neteweyiya civaka Iraqî heye, piştevaniyeke mezin ya we û cîhanê ye jî. Îro çaverêyî li Iraqê bi giştî tê kirin û bi taybetî ji bo Rojhilata Navîn bidin xûyakirin ku ji bilî hemû cûdahiyan ve jî dikarin bi pêkveyî û bi hevre çareserkirinê hevkar bin li binyatnana jiyana medenî û bihêzkirina peywendiya birayetî û alîkariya bi navê başî û aştî û geşiya li hêviya paşerojeke baştir da.

Cenabê Serok!

Dixwazim spasiyên xwe yên rastgoyane derbibrim bo wan hemû karên ku we bi navê cêgîrkirina aştiyê da encam daye û encam didin û pêşkêşî wan hemû ol û pêkhateyên civakê dikin. Spasiya we dikim û nifşên din jî ji bo wan karên we yên baş yên li xizmeta başiya giştî da spasiya we dikin.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim piştevanê erkên we bê û ji bo rêya danayî û dadgerî û rastiyê, rênişanderiyê li we bike û tendirustî û selametî û pêşketin û pêşxistina berdewamiyê bi we bibexşê.

Papa Fransis

15ê Adara 2021

Vatîkan