2019-09-17T20:05:31.000000Z
Birêz Berhem Salih Serok Komarê Iraqê û rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser bihêztir kirina peywendiyên Hewlêr û Bexda û berdewamiya guftûgo ya ji bo çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê kirin.
Li civîna ku êvariya îro 17.09.2019 li Hewlêrê birêve çû û têda Desteya Serokayetiya Parlemena Kurdistanê, Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Darayî ya Iraqê û hejmarek ji berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, guftûgo di derbarê pirsên girîngên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybetî pirsên budçeya giştî ya sala bê ya Iraqê û maddeya (140) û dariştina yasayan û gef û metirsiyên teror û tundiyê kirin.
Li civînê de tekez li ser girîngiya parastina yekrêziya aliyên Kurdistaniyan li Iraq û hêzên Iraqiyan û karê pêkveyî û yekdengiya li ser pirsên çarenûssazan û pêşxistina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê kirin.
Hêjayî gotinê ye Serok Berhem Salih û şanda li gel, êvariya îro bi serdanekê gihîştin Hewlêrê û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.