Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî Pîrozbahiyê li Patrîkê nû yê Kildanî Kir

2026-04-12T11:27:00.000000Z
Nûçe

Bi boneya hilbijartina Patrîkê nû yê Dêra Kildanî li cîhanê, pîrozbahiyên herî germ li cenabê Patrîk Mar Polîsê Sêyem Nona dikim. Di vê erkê pîroz û di xizmetkirina dêr û bawermendên Kildanî de, hêviya serkeftinê jê re dixwazim.

Cenabê wî kesayetiyeke olî ya naskirî û xwedî ezmûneke dewlemend e. Hêvîdar in hilbijartina wî bibe sedema xêrê û kûrtirkirina ruhê lêborînê, bihevrejiyanê û yekdû qebulkirina di navbera hemû pêkhatan de.

Em dubare dikin ku Herêma Kurdistanê wek her dem, wekî landikeke parastî ji bo hemû pêkhatên olî û neteweyî dimîne û em ê piştgireke tevahî ya welatiyên xwe yên Xiristiyan bîn ji bo parastina maf, nasname û dîroka wan a resen ya li Herêma Kurdistan û Iraqê.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
12.04.2026