Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Karnameya Serok Nêçîrvan Barzanî di Konferansa Asayîşa Munich da bi dawî hat

2023-02-19T17:36:25.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, piştî beşdarbûna di Konferansa Asayîşa Munich ji 17 heta 19ê Sibata 2023ê, îro roja Yekşemê dawiyê bi karnameya hevdîtin û civînên xwe anî.

Di demê sê rojên konferensê da, Serok Nêçîrvan Barzanî digel hejmareka serkirde, wezîrên derve û berpirsên bilindên welatan civiya, ji wan; Serokomarê Azerbaycanê, Serokwezîrên Polonya, Ermenistan û Iraqê, Wezîrên Derve yên Amerîka, Brîtanya, Îtalya, Vatikan, Norwêc, Urdun, Seroka Komîsyona Ewrupayê, Cîgirê Serok û Berpirsê Bilindê Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlekariyê ya Komîsyona Ewrupayê, digel du şandên Kongresa Amerîkayê, Cîgirê Wezîrê Berevaniya Amerîka yê Karûbarên Ewlekariya Navdewletî, Wezîrê Dewletê li Wezareta Hemahengiya Aborî û Geşepêdana Almanyayê, digel şandeke Parlamentoya Almanya, şandeke Grûpa Parlamenterên SPD li Parlamentoya Almanyayê û çendîn kesayetî û amadebûyên din yên beşdarên konferansê vê bûn.

Di civîn û hevdîtinan da rewşa siyasî, ewlekarî û aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û danûstandinên çareserkirina pirgirêkên wan, pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatan û pêşxistina hevkariyên hevbeş, rewşa Rojhilata Navîn û herêmî bi giştî û girîngiya aştî û aramiyê û çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan bi awayekî aştiyane, pirsên enerjî û ewlehiyê, têkoşîna li dijî terorê û çend mijarên din ku, bi beşdarên konferansê eleqedar in, hatin gotûbêjkirin.