Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Konsulê Giştî yê Amerîkayê xatirê xwe ji Serok Nêçîrvan Barzanî xwest

2023-08-13T21:06:49.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 13.08.2023ê, bi minasebeta bi dawî hatina erkê wî yê wekî Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û ji bo xatir xwastinê pêşwaziya Irven Hicks Jr Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê da, Serok Nêçîrvan Barzanî bi navê xwe û bi navê Herêma Kurdistanê, ji bo kar û xizmetguzariyên di dema karkirina xwe da pêşkeş kirine û ji bo pêşxistina peywendiyên Amerîkayê digel Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû da xwest.

Ji aliyê xwe ve, birêz Irven Hicks Jr., kêfxweşiya xwe ji bo karkirina li Herêma Kurdistanê nîşan da, spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê kir ji bo alîkarî û piştevaniya wan ji bo erkê wî di dema karkirina wî da li Herêma Kurdistanê, her wisa ji bo gelê Kurdistanê serkeftin û pêşkeftinê xwest.