2024-11-10T07:43:00.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro danê sibê 10.11.2024ê li bajarê Hewlêrê, di hevdîtinekê da spasiya birêz Ehmed El-Zaharî Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî li Herêma Kurdistanê kir ji bo rola wî ya pêşxistina peywendiyên Îmaratê bi Herêma Kurdistanê ra û herwiha hêviya serkeftinê ji erkê wî yê paşerojê da xwest.
Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî kêfxweşiya xwe ya karkirina li Herêma Kurdistanê nîşan da û spasiya hemû aliyên pêwendîdar yên Herêma Kurdistanê kir ku di serkeftina erkê wî de piştgirî û alîkariya wî kirine.