Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Konsulosê Fransa xatir ji Serokê Herêma Kurdistanê xwest

2023-07-02T18:41:03.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Îro yekşem 02.07.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Olivier Decottignies Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê kir ku, bi merema xatir xwastinê serdana birêzî kiribû, kir.

Di hevdîtinê da, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya hewlên birêz Dicottini bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê kir û hêviya serkeftinê li erkê xwe yê nû da xwest.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê Fransayê spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê kir ku di erkê wî da hevkarî û piştevaniya wî kirine û hêvî jî xwest bi heman awayê digel şûngirê wî berdewam bin. Her wesa behsa rola Serokê Herêma Kurdistanê kir di pêşxistina peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fransayê da.

Pêşdebirina peywendiyên Fransa û Herêma Kurdistanê û çend mijarên din ên berjewendiya hevbeş gotûbêj kirin.