2021-02-24T13:39:17.000000Z
Serok Nêçîrvan Barzanî, vekirina Balyozxaneya Ermenîstanê li Bexda û Konsolxaneya Giştiya wan ya li Hewlêr û navendeke rewşenbîriya Ermenî li qela Hewlêrê, li gel karkirina ji bo vekirina geşta raste rast ya asmanî li Bexda û Hewlêrê ve ji bo Yerîvan, bi hengavên baş ya pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Ermenîstanê da zanîn û xweşhaliya xwe bi van hengavan derbirî.
Nîvroya îro çarşem 24.02.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Artak Apîtonyan Cîgirê Wezîrê Derveyê Ermenîstanê kir.
Li civînê de ku birêzan Balyozê Ermenîstanê li Bexda û Konsolê Giştiyê wan li Hewlêr amade bûn, guftûgoyên siyasî û dîplomasiyên birêz Cîgirê Wezîrê Derveyê Ermenîstanê li Bexda, pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Ermenîstanê, vekirina Balyozxaneya wan ya li Bexda û Konsolxaneya Giştiya wan li Hewlêr, peywendiyên di navbera her du aliyan bi taybetî li warên xwendina zanîngehê, teknelojiya û çandinê da, rewşa revenda Kurdî li Ermenîstanê û pêkhateya Ermen li Herêma Kurdistanê hatin guftûgo kirin.
Birêz Cîgirê Wezîrê Derveyê Ermenîstanê xwesta welatê xwe ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê li hemû waran da dûpat kir û spasî Herêma Kurdistanê kir ji bo wê girîngiya bi pêkhateya Ermen hatiye dayîn ku karîne li Parlemena Kurdistanê nûnerayetiya wan hebê û dêrên xwe vekin û mafên wan parastî bê.