Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandekî Parlemena Lubnanê kir

2019-09-16T07:46:57.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke li gel birêz Teymûr Canpolat Serokê Fraksiyona Dîdara Demokrat ya li Parlemena Lubnanê û şandekî li gel kir ku rewşa û proseya siyasî ya li Lubnanê, peywendiyên Hewlêr û Bexda û metirsiyên terorê li welatên navçeyê û girîngiya rûbirûbûna hizr û bîra teror û tundiyê guftûgo kirin.

Li hevdîtina ku îro dûşem 16/09/2019 li Hewlêr birêve çû, her dû alî kar û projeyên veberhênerên Lubnanî û rewşa revenda Lubnaniyan li Herêma Kurdistanê xistin ber behs û tekez li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Lubnanê kirin.