Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê hişyariya pêşketina terorê dide

2020-06-15T08:56:21.000000Z
Daxuyanî
Dubarebûn û berfirehbûna berdewam ya êrîşên terorîstî li Iraqê, bi taybetî jî li navçeyên maddeya (140) ya destûrê rewşeke gelek metirsîdar û aloz ji bo nîştecihên wan navçeyan li tevahiya pêkhatên olî û neteweyiyan aniye holê ku demeke dirêje gefa kuştin û revandin û derxistinê li ser wane û vê dawiyê jî bi berdewamî berhemên wan yên çandiniyê dişewitînin û rojane wan dikin armanca êrîşa dirindaneyên terorîstî û têne şehîd kirin.

Wekî çendîn car berê jî me hişyariyê li metirsiya rewşê daye, dûpat dikîn ku berdewamiya vê rewşê gefê li asayîş û aramî û pêkvejiyanê dike û ji bo rûbirûbûna vê metirsiyê û parastina ser û malê welatiyan û pêkhatên wan navçeyan, mekanîzmeke çalaktir ya hemahengiya Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê û hevkariya Pêşmerge û hêzên Iraqiyan û berdewamiya piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş pêwîste, ji ber ku terorîstan valahiyeke emnî ya wan navçeyan wekî derfetek dîtine, Serokayetiya Herêma Kurdistanê jî li vê navê da hemû hewl û karînên xwe de berdewam dibe.

Êrîşa dawî ya terorîstî ya li ser dû gundên Kakeyî yan li navçeya Xaneqînê ku li encamê da hejmarek welatî şehîd û birîndar bûn, mînakeke ber bi çav ya pêşketina metirsî û aloz ya rewşê ne ku divê hengavên bi lez ji bo rêgirîkirina dûbarebûna wan li ber bêgirtin. Ji bilî wê yekê ku bi tundî wan tawankariyan şermezar dikîn, pirse û sersaxiyê pêşkêşî malbat û kesukarên wan dikim û hevbeşê xema wanim. Xwedayê mezin hedarê bide wan û hêviya bi lez başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15.06.2020