Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo salvegera enfalkirina Barzaniyan

News
- 31 July 2020

Îro salvegera enfalkirina heşt hezar sivîlên bêtawanê Barzaniyan bi bîr tînîn ku berî sîh û heft salan 31/07/1983 li deh rojan de li ordugah wargehên Quştepe û Behirkê, Herîr û Diyana ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê, ji aliyê rejîma Be’es ve hatin jenosayd kirin û ji bo herdemiyê wan rapêçî goristan û mergistanê çol û biyabanên Başûrê Iraqê kirin.

Piştî wê dayik, jin û xuşkên enfalkiriyan, bareke giranê jiyaneke tehl û çarenivîseke êş û jan kete stûyê wan. Diviya ji bo zarokên xwe bibin bav û bira û bi keda xwe debara jiyanê peyda bikin. Li vê rojê da gelek bi rêz û pêzanînê ve li rola wan dayik û xuşkên rûsipiyan dinêrîn ku xwe li ber jiyaneke mergesatbar girtin, lê belê tu demekê jî dest jê bernedan.

Her li vê bîranînê de bi rêz û pêzanînê ve rola camêraneya xelkê Hewlêr û dewrubera wê, xelkê Herîr, Batas, Diyana û dewrubera wan bi bîr tînîn ku hemû hevkariyan pêşkêşî malbat û kesukarên enfalkiriyan kirin. Bûne pişt û penaya wan û derfeta kar û peydakirina debara jiyanê ji bo wan rexsand. Camêriya wan herdem li bîranîna me û kesukarên enfalkiriyan û Kurdistaniyan da dimîne.

Bi hûrmetê ve giyanê pakê enfalkiriyan û tevahiya şehîdên Kurdistanê bi bîr tînîn, silav û rêz ji bo malbat û kesukarên wan re dişînîn. Li hewlên me yên li asta Iraq û cîhanê berdewam dibin bo ku careke din li tu cîheke mirovayetiyê êş û mergesatên wekî enfal û kîmyabaranê nebînin, Hikûmeta Iraq jî divê pabendî qerebûkirina qurbaniyan bê.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

31/07/2020