Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya bi helkefta roja Rojnamegeriya Kurdî

2023-04-22T08:21:33.000000Z
Peyam û Peywandî
Bi helkefta 125 saliya roja Rojnamegeriya Kurdî û 25 saliya damezrandina Sandîkaya Rojnamevanên Kurdistanê pîrozbahiyê li hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji wan ra dixwazim. Silav li bîranîn û giyanê Miqdad Midhet Bedirxan yê pêşeng ku, yekemîn rojnameya (Kurdistan) çapkir û weşand.

Bi vê minasibetê ez careke din hemû piştgiriya xwe ji bo rojnamevanan, azadiya çapemeniyê, azadiya derbirînê, azadiya pênûs û azadiya nivîsandinê dupat dikim. Azadiya rojnamegeriyê sitûn û bingeha sereke ya her civakek zindî û pêşketî ye, pêdiviyeke pêşîne ya pêşxistina demokrasî, azadî û parastina mafên mirov e, lewma divê bê parastin.

Peyv berpirsiyaretiye, lewra ez daxwazê ji rojnamevanên Kurdistanî dikim ku gelek bi emanet û bi berpirsiyarî bi peyvan ra rawestin û bi awayekî azad, profesyonel û rast nûçe û bûyeran bigehîn in. Kar û wezîfeya xwe bi rêkûpêk û di çarçoveya etîka rojnamevaniyê da bi cih bînin da ku karibin rola xwe ya guncaw di tespîtkirina şaşiyan û kêmasiyan û serastkirina wan da bilîzin.

Silav û nemirî ji bo hemû wan rojnamevanên di serdema têkoşîn û azadiyê da jiyana xwe ji dest daye. Bîranîna wan her tim bi xêr be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
22ê nîsana 2023ê