Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya di bîranîna bombebarana Qeladizê da

2023-04-24T06:18:17.000000Z
Daxuyanî
Di 49emîn salvegera bombebarankirina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê da, em bi rêz û hurmet şehîd û qurbaniyên wê tawana rejîma berê ya Iraqê bi bîr tînin. Em bejna xwe li hember giyanê pakê wan ditewînin û ji malbatên wan yên serbilind ra silavan dişînin.

Bi armancgirtina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê, hewleke din ya tirsinokane ya rejîmê ya ji bo şikandina îradeya gelê Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê bû, Lê belê şehîdkirina xwendekar û mamostayên zanîngehê û xelkê sivîl yê Qeladizê moral û germatiyek zêdetir bi giyanê rûbirûbûnê yê gelê Kurdistanê bexşî û li ser dawazên xwe yên rewa û xebat û tekoşîna xwe ya ji bo azadiyê germtir berdewam kir.

Bi vê minasibetê em hemû piştevaniya xwe ji bo daxwazên xelkê niştimanperwer yê Qeladizê û Pişderê dupat dikin û divê di hemû waran da zêdetir xizmeta wê deverê bê kirin. Devera Pişder hertim keleha şoreş û serhildanên Kurdistanê bûye û di rêya azadîyê da şehîd û qurbaniyên gelek mezin dane.

Silav û nemirî bo giyanê pakê şehîdan û bîranîna wan her dem bi xêr be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24.04.2023