Êvara roja pêncşemê 17/09/2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li Dihokê beşdarî li rêwresma derçûna xola heftemîn a Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê kir ku bi amadebûna birêz Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dayik û bav û kesûkarên derçûyan û hejmareke zêdeyê ji mêvanan, bi rê ve çû.
Li rêwresmê de Serok Nêçîrvan Barzanî, gotarek pêşkêş kir, ev e jî naveroka wê ye:
Derçûyên xweşdivî,
Kesûkarên wan ên rêzdar,
Rêzdaran serok û mamostayên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê,
Amadebûyên hêja,
Gelek dilxweşim ku vê êvarê digel we me da ku pêkve beşdariya şahî û rêwresmên derçûna xûla heftê ya Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê û 122 ciwanên Herêma Kurdistanê, Iraqê û deverê bikin.
Ji dil pîrozbahiyê li we, li malbatên we, li mamostayên we û li hemî wan kesan dikim yên ku piştevanên we bûne heta hûn gihîştine îro û we çendîn beşên giring yên zanîngehê bi dawî anîn.
Derçûn ne dawiya fêrbûnê ye, belkî destpêka qonaxekê ye ku tê de berpirsiyariya we hember hilbijartinên we û hember rol û kartêkirina we li ser civakê û welatê we, zêdetir û mezintir dibe. Lewma vê êvarê min divê hinek behsa wê berpirsiyariyê bo we bikim.
Nifşê me di qonaxeke gelek giran û dijwar ya dîroka Kurdistanê ra derbas bû. Li hember berpirsiyariya parastin, avadankirin, cîgirkirina dezgeh û saziyan û vekirina dergehên welatî bûne; bi ser deverê û cîhanê de. Gelek destkeftên mezin hatine bidest ve anîn ku cihê şanaziya me hemiyan e, lê gelek kar jî mane ku erkê we û nifşê dahatiye, encam bidin.
Welatê bihêz, ne ew welat e yê şaşiyê nake. Welatê bihêz ew e yê ku dikare şaşiyên xwe bibîne, danûstandinê li ser bike, ji wan fêr bibe û wan rast bike û ber bi dahatî ve biçe.
Peyama zanîngehê ne ewe bi tenê we fêr bike ka dê çawa bersiva pirsyaran bidin. Belkî we fêr dike ka dê çawa li dû rastiyê bigerin û tişta baştir lê bikin. We bike ku bi eqilê xwe hizir bikin, pirsyarê bikin, dûvçûnê bikin û bi berpirsiyarî ve bo çêkirin û baştirkirinê, rexneyê bigirin. Çimkî rexneya berpirsane, Kurdistanê bêhêz nake, belkî dê Kurdistanê pêş bixe.
Derçûyên xweşdivî,
Dilsoziya dirust bo welatê me, rêzgirtin li xwîna şehîdan, li xebat û têkoşîna Pêşmergeyên qehremanên me ku evro bi saya serê xebata wan em gihandine îro, herwesa rêzgirtin li wê çenda heta niha hatiye avakirin, bi tenê bi parastin û hêlana wê wekî xwe nabe, belkî bi wê çendê dê be rêzê lê bigrin ku hûn baştir bikin. Dilsoziya dirust ewe ku destkeftên baş biparêzin û destkeftên din baştir lê bikin.
Rêzgirtin li xebata nifşê berî niha, ne ewe hûn bi tenê kopyaya nifşê berê bikin. Berpirsiyariya we, ewe ku hûn wisa tiştan bibînin yên me nedîtine, wan çareseriyan bibînin yên me nedîtine û wan çareseriya bibînin yên me nekarîne ava bikin. Ev çende jî di cîhanekê de ku gelek bilez ya tê guhertin, gelek ya bingehîn e.
Teknolojiya pêşkeftî, AI, şêwazê fêrkirinê, karkirinê, aboriyê, nûjdariyê û gelek babetên din yên ku îro ne di hizra me de ne, dê biguhere. Çênabe em bi tenê bikarhênerên vê pêşkeftina teknolojî bin, belkî divê bi zanist û vekolîn û dahênanê, beşdariyê tê de bikin.
Lewma teknolojiya û AI-ê bi kar bînin û pêş bixin, lê wa pirsan nedine destê wê yên ku divê bi tenê wek berpirsiyariya mirovan bimînin: Wijdan, biryardana exlaqî û hilgirtina berpirsiyariya biryarê. Ev biha ne tiştekî wisa ne ku biden destê amêran, belkî naverok û cewherê mirovahiya we ne.
Derçûyên hêja,
Teknolojî her çend pêş bikeve, hinek biha hene qet nayêne guhertin: Wekî ku divê hûn destpak bin, dilsoz bin bo berpirsiyariyên xwe û zanîna xwe bikin xizmet û mifa bo xelk û bo welatê xwe, bo geşepêdana firerengiyê û bo pêkvejiyanê û bo aştiyê di welatê me de.
Samanê dirust di hizir û mejiyê we de ye, ne di bin erdî de. Serkeftina kesî; ya giring e, lê hingî bihayekî mezintir werdigre ku bê guhertin bo zanînê, bo projeyan, yan bo çareserkirina arîşeyeka civakê. Serkirde bin, ne bi post û navûnîşan, belkî bi berpirsiyarî û pêşengbûnê di kiryarê de.
Em dê biçin û sibehî hûn dê bên, bêguman gelek tişt li vî welatî hatine kirin, lê em Kurdistaneke temam û bê kêmahî radestî we nakin. Ewa em radestî we dikin, ew beşe ya nifşê me şiya ava bike, bi serkeftin û bi hemî kêmasiyê ve, dê radestî nifşê piştî xwe bike.
Ji ber hindê, destkeftên nifşê me, nekin sinûrê xewn û armancên nifşê xwe. Zanînê berhem bînin, proje û karên nû ava bikin, teknolojiyê pêş bixin û jîngehê biparêzin, pêgiriya demê û rewşta karî bin, da ku pêkve Kurdistanê bibin qonaxa berhemhênan, dahênan û kêbirkê digel cîhanê.
Herwesa tiştekî jî biparêzin ku reng e kêmtir diyar be, lê kartêkirina wê; bo herdemekê heye:
Mafê we yê pirsyarkirinê, cudahiya bîr û boçûnê û rexnegirtinê, digel parastina mafê wî kesê li tenişt we rawestaye dema ku dibêjite we: Reng e hûn şaş bin û ew boçûn ya dirust nebe.
Me divê hûn Kurdistanekê ava bikin ku tê de her nifşek bikaribe dûrtir ji nifşê berî xwe binêre, bo wan kesan jî yên piştî wî tên, welatê xwe ji dema berî xwe baştir bike. Eve berpirsiyariya we ye, eve jî baweriya me ya mikume bi we. Eve ew dîtine ya ku ev zanînge li ser hatiye avakirin.
Careke din pir bi dil pîrozbahiyê li we, li hemî ciwanên derçûyên Kurdistanê, li xêzanên we, li mamostayên we û li zanîngeha we dikim.
Min divê pîrozbahî û destxweşiyeke germ li birayê xwe yê xweşdivî rêzdar Mesrûr Barzanî emîndarê Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê û vîzyona wî bikim ya ku îro em dibînin bo damezrandina vê zanîngehê û pêşkeftina wê cihê rêz û rûmeteke zêdeye. Hêviya paşerojeke pir serkeftin û pir berhem bo we dixwazim.
Hemî aliyek careke din bi xêr bên ser çava û zor spas.