2023-02-18T09:19:49.000000Z
Ji bo malbat û rêhevalên têkoşerê dêrîn û aza Hemîd Efendî
Bi xem û kovaneke mezin min nûçeya koça dawî ya xebatkarê dêrîn, siyasetmedar û Wezîrê Pêşmerge yê kabîneya çarem Hemîd Efendî bihîst. Ji ber wefata Pêşmerge û fermandarê leheng Hemîd Efendî ez gelekî xemgînim.
Xwedê jêrazî Hemîd Efendî wek kadroyekî jêhatî û pêşmergeyekî leheng di Şoreşa Îlonê ya bi serokatiya Barzaniyê nemir da di hişyarkirina cemawer da roleke girîng dilîst. Di dema şikestina şoreşê da gelekî xweragir bû û cîhê baweriya Îdrîs Barzaniyê nemir û Serok Mesûd Barzanî bû. Di serdema serkirdayetiya demkî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û destpêka Şoreşa Gulanê de, roleke girîng di xebata pêşmergatî û siyasî de hebû. Li hemû deverên şoreşê bi jêhatîbûna herî mezin berpirsiyariyên mezin bi cih anî.
Kak Hemîd Efendî di serhildana sala 1991ê da û di parastina destkeftên serhildanê da roleke girîng hebû û di kabîneya çarem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî weke Wezîrê Pêşmerge roleke girîng hebû. Tevî temenê xwe yê mezin jî, di şerê li dijî DAIŞ'ê da beşdar bû û roleke wêrek lîst.
Ji destdana têkoşerekî leheng û jêhatî wek kak Hemîd Efendî ji bo gelê Kurdistanê windahiyeke mezin e, lê rola vî têkoşerê mezin bi tekoşîna wî dê her tim di bîra me, hevrêyên wî û gelê Kurdistanê de bimîne.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
17.02.2023