Êvara îro Şemî 2026/3/28, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefonî ji xanim Yvette Cooper, Wezîra Derve ya Brîtanyayê girt.
Di peywendiyê de, xanim Cooper bi tundî êrîşên ser Herêma Kurdistanê û êrîşa dronî ya duh a ser mala Serok Nêçîrvan Barzanî li Duhokê şermezar kirin. Herwiha hevsozî û sersaxiya xwe pêşkêşî serok Nêçîrvan Barzanî û malbatên wan pêşmergeyên qehreman kir yên ku di êrîşên dawî yên ser Herêma Kurdistanê de şehîd û birîndar bibûn.
Wezîra Derve ya Brîtanyayê herwiha tekez kir ku welatê wê bi girîngiyeke mezin li tenahî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û pêgîriya berdewam a hevkarî û piştgiriyên Brîtanyayê dupat ji wan re kir.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya peywendiya xanim Cooper û piştgirî û hevkariyên Brîtanyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir, herwiha dupat kir ku Herêma Kurdistanê bi tu awayî nebûye û nabe beşeke şer.
Di beşek din a peywendiyê de, derbarê pêvajoya siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên herî dawî yên şer û bandora wan li ser navçeyê û cîhanê, dîtinên xwe gotûbêj kirin. Di vê barê de herdu aliyan tekez li ser girîngiya dîtina çareseriyên aştîyane û hewlên dîplomatîk ji bo qediyana şer kirin.