
2019-06-29T09:52:07.000000Z
Piştî civîna li gel Endamên Encumena Asayîşa Navdewletî li Bexda, birêzan Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Dr Berhem Salih Serok Komarê Iraqê civiyan.
Li civînê de encama civîna birêz Serokê Herêma Kurdistanê û Endamên Asayîşa Navdewletî, peywendiyên Hikûmeta Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê, rewşa navçeyên maddeya sed û çil û metirsiya serhildana terorê û girîngiya hemahengî û hevkariya Hewlêr û Bexda û rewşa navçeyê bi giştî hate nirxandin.