2021-03-30T17:27:33.000000Z
Serok Emmanuel Macron xweşhaliya xwe bi hevdîtina Serok Nêçîrvan Barzanî derbirî û spas kir ku ji bilî wê rewşa dijwar ya Koronayê dirust kiriye serdana Parîsê kir, her wiha berdewamiya pêkve kar kirin û piştgîriya Fransa ya li çarçêweya hevpeymaniya navdewletî da ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir.
Piştî nîvroya îro sêşem 30.03.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Koşka (Élysée) Elîzê li Parîs, ji aliyê birêz Emmanuel Macron Serokê Fransa ve hate pêşwazî kirin.
Li civînê de rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî guftûgo kirin û bi navê aramiya Iraq û navçeyê û rûbirûbûna gef û metirsiyên Da'îş da, tekez li ser pêşxistina peywendiyan û hevkarî û hevbeşiya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Fransa kirin, her du alî li ser girîngiya hebûna têgihiştina hevbeş ya ji bo parastina aramiya li navçeyê de bi hevre bûn.
Serok Macron behsa serdana dawî ya Papayê Pîroz Fransîs ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku bihîstiye serdan cihê xweşhaliya Papa buye û bi rûdaneke girîng da zanîn. Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku serdana Papa ya Iraq û Herêma Kurdistanê bandoreke erênî li ser hemû pêkhatên welat de hebûye.
Li civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî, spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ya ji bo piştgîriya Serok Macron û Fransa ya li demên dijwar de ji bo gelê Kurdistanê dûpat kir û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo karkirin û alîkarî û hevbeşiya li gel Fransa û civaka navdewletî derbirî û bi navê çareserkirina kêşeyên Iraq û dabînkirina aramiya li navçeyê da, her wiha hevkariya Fransa û civaka navdewletî ya ji bo çareserkirina kêşeyên Hewlêr - Bexda û pêkve kar kirin û hevbeşiya hemû pêkhatên Iraqê li proseya siyasî da ji bo çareseriyê bi girîng û bi pêwîst zanî.
Metirsiyên terorê û serhildana Da'îş mijareke dinê civînê bû ku têda tekez li ser girîngiya alîkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên maddeya 140 ya destûrê kirin bo ku valahiya emnî dirust nebê û ji aliyê Da'îş ve wekî derfetek neyê bikaranîn. Li vî derbarî de Serok Macron hevra bû ku Da'îş hê jî metirsiyeke ciddiye û civaka navdewletî ya li rûbirûbûnê de berdewam dibê.
Pêşhatên dawî ya belavbûna Kovid - 19 li Fransa û Iraq û Herêma Kurdistanê û rêkarên rûbirûbûna wê, rewşa koçber û penaberan li wargehên Herêma Kurdistanê û pêwîstiya wan ya bi hevkarî û yarmetiyên civaka navdewletî û çawayiya vegerandina wan ya cihên wan, rewşa Êzdiyan li navçeya Şingalê û Krîstiyanên li Deşta Nînowa, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, rewşa navxweya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên navçeyê û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, beşeke dinê civînê bûn.