Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî hemû piştgiriyeke Herêma Kurdistanê ji bo aştiyê li Tirkiyê dupat dike

2025-12-06T12:08:00.000000Z
Nûçe Gotar

Îro Şemiyê 06.12.2025an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di peyamekê de ji bo Konferansa Navdewletî ya Aştî û Civaka Demokratîk ku DEM Partiyê rêk xistiye û li Stenbolê birêve çû, hemû piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina aştiyê li Tirkiyê dupat kir.

Peyam ji aliyê birêz Dilşad Şehab, Nûnerê Birêz Serokê Herêma Kurdistanê ve hate xwendin. Ev jî naveroka wê ye:

Amadekarên Konferansê yên rêzdar!
Mêhvan û Beşdarên hêja!

Roj baş!

Gelek spasiya we dikim ji bo vexwendina min bo vê konferansê.

Dîtina me li Herêma Kurdistanê ji bo aştiyê, dîtineke neguher û stratejîk e. Em bawer dikin ku aştî tenê bêdengbûna çekan nîne, lê belê pêvajoyek e ji bo avakirina baweriyê, qebûlkirina hevdu û dîtina xalên hevbeş di navbera cudahiyan de.

Tundî û hevrikiyê, xeynî wêrankarî û paşdemayinê, ti encameke din ji bo gelan nebûye. Lê her dema ku deriyê diyalogê hatiye vekirin, her dema ku îradeya siyasî ji bo aştiyê hebûye, derfetên mezin ji bo geşbûn û aramiyê derketine pêş.

Tirkiye welatekî girîng û cîraneke me ya stratejîk e. Aramî û pêşkeftina Tirkiyê, bandoreke rasterast li ser aramiya Iraqê, Herêma Kurdistanê û tevahiya navçeyê dike. Tirkiyeya di aştiyê de, bihêztir e û dikare roleke mezintir li navçeyê bilîze.

Salên çûyî, me bi hemû awayî piştevaniya aştiyê kir. Wê qonaxê nîşan da ku diyalog dikare destkeftên mezin ji bo hemû aliyan bîne. Îro jî, em hemû piştevaniya xwe ji bo serxistina aştiyê nîşan didin. Herêma Kurdistanê li navçeyê wekî her tim dê faktora aramiyê be.

Pêvajoyek wiha girîng di qonaxeke wiha hestiyar de, dibe ku rastî astengiyan were, lê belê divê ew astengî nebin sedema sarbûna ji aştiyê. Serkeftina aştiyê bêhnfirehiyê dixwaze. Çi qas dem pêwîst be, divê ku berdewamî hebe.

Li vir dixwazim destxweşiyê li Cenabê Serok Receb Tayib Erdogan bikim ji bo rola girîng û dîtina wî ya wêrekane ya ji bo vebûna wî ya li hember aştiyê. Ev gaveke dîrokî ye ku îradeyeke siyasî ya bihêz, wêrekî, mêrxasî, qurbanîdan û canê berpirsiyariyê dixwaze.

Herwiha em destxweşiyê li Birêz Ocalan, birêz Devlet Bahçelî û hemû wan kesayetî û aliyan dikin ku xemxurê aştiyê ne û kar dikin ji bo ku aştî û pêkvejiyan serkeve. Hemû ewên ku dizanin paşeroj tenê li ser bingeha aştî û aramiyê tê avakirin.

Dawiyê, hêviya serkeftinê ji bo konferansa we dixwazim.

Gelek spas.


Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
06/12/2025