2019-10-04T12:57:04.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peyamek da di derbarê rewşa Iraqê ve daxwaza parastina yasa û asayîş û aramî û li ber çav girtina berjewendiya bilinda welat kir ku eve jî naveroka wê ye:
Bi dilgiraniyê ve li rûdan û tundutiyên van çend rojên li Bexda û çend parêzgehekî dinê Iraqê dibînîn. Xwepêşandana medenî û aştiyane, mafekî destûriya parastiye, lê belê nabê ji bo tundutiyê û pêkdadan û pevçûn û derçûna li yasayê veguhere û gef li asayîşa giştî û têkdan û hilweşandina sazî û damezraweyên dewletê bike.
Kêşeyên Iraqê ji dayikbûyê van rojan nîne, belkû zêdeçûna reftar û siyasetên şaş yên dehan salên derbasbûyî ya Hikûmetên yek li dawiya yekên Iraqê ne û tu hikûmetek nikarê li şev û rojek da wan çareser bike. Pêkanîna xwest û daxwazên gel, hevkarî û piştgîriya hemû hêz û aliyan dixwaze. Parastina asayîş û aramiya niha û ya paşaroja welat, erk û berpirsiyariya hemûyane û hişyarî û hewldana hemûyan pêwîste.
Iraq li rewşeke hestiyardaye ku pêwîstî bi aramî û aramiya siyasî û emnî heye, alozî û têkdana asayîşê û ji kontrolê derçûna rûdanan, rewşê xeraptir û dijwartir dike, tu tiştek çareser nake û hemû gelên Iraqê têda zeremend dibin. Daxwaz dikîn hemû aliyek hewl bidin, yasa biparêzin û berjewendiya bilinda welat li ber çav bigrin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
04/10/2019