![](https://presidency.gov.krd/uploads/old_images/2019/12/NB_Balyozi-UK-16-12-2019.jpeg)
2019-12-16T14:56:25.000000Z
Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest. Her wiha xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên li gel Brîtanya dûpat kir.
Êvariya îro dûşem 16/12/2019 li Hewlêrê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Stephen Hickey Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê pêşhatên dawî yên rewşa Iraqê û xwepêşandan û pêşbîniya paşaroja proseya siyasiya li welat guftûgo kirin.
Peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Şahnişîna Yêkgirtî, metirsiya serhildana terorê û tevgera vê dawiyê ya Da'îş li çend navçeyekî Iraqê û pêwîstiya bi berdewamî alîkarî û hemahengiya navdewletî ya ji bo çawayiya rûbirûbûna wê, rewşa Sûriye û navçeyê bi giştî, çend mijareke dinê vê civînê bûn.

![](https://president.gov.krd/wp-content/uploads/2019/12/NB_Balyozi-UK1-16-12-2019-1024x688.jpeg)