2019-09-12T06:47:33.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser hatina sermaye û veberhênana biyanî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û handan û rêxweşkirin û pêşkêşkirina hêsankariyê ji bo veberhênana biyanî û rexsandina derfetên zêdetir ji bo kertê taybet li vê qonaxê û qonaxên paşaroja Iraq û Herêma Kurdistanê da, bi pêwîstiyekî pêşîne da zanîn.
Li hevdîtineke li gel birêz Dr Nûrî Sebah El Dilêmî Wezîrê Plandana Iraqê, Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku pêşxistin û pêşketina aboriyê li Iraq û Herêma Kurdistanê û paşarojeke baştirê rewşa aborî li welat, pêwîstî bi siyaset û rêkxistin û plan û bernameyekî baştirê birêvebirin û kargêriya darayî û avêtina hengavên çalaktir heye.
Li hevdîtina ku îro pênçşem 12/09/2019 li Hewlêr birêve çû, her dû alî hengavan û amadekariya encamdana serjimêriya giştî li Iraqê û girîngiya hevkarî û hemahengiyên aliyên peywendîdarên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên navdewletiyan li vê proseyê da nirxandin.
Amadekirina projeya budçeya giştî ya Iraqê ji bo sala 2020 û proseya avadankirina navçeyên ziyanberketiyên şerê terorê, bi taybetî parêzgeha Mûsil û ew hengavên heta niha li vî warî de hatine avêtin, mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.