2019-11-26T06:42:40.000000Z
Serok Nêçîrvan Barzanî berev pêşveçûna peywendiyan û diyaloga çareseriya kêşeyên Hewlêr û Bexdayê bi erênî da zanîn û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina yekcarî ya kêşeyên li gel Hikûmeta Iraqa Federal dûpat kir.
Îro sêşem 26/11/2019 li Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li civîneke li gel xanima Stefanî Elqaq Birêvebera Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa ya li Wezareta Derveyê Brîtanya, hemû amadehiyekî Herêma Kurdistanê ya ji bo aramî û çareserkirina kêşeyên li Iraqê derbirî. Her wiha ronahî kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstiya wan bi piştgîrî û hevkariya Brîtanya ya bi taybetî jî li warên çaksazî, bankdarî û teknîkî da heye.
Ji aliyê xwe ve xanim Elqaq, tekez li ser daxwaza Brîtanya ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistan û Iraqê kir û pêgeha Herêma Kurdistanê ji bo Brîtanya û navçeyê bi girîng da zanîn. Her wiha piştgîrî û xweşhaliya welatê xwe bi başbûna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û hewla çareserkirina kêşeyan de nîşan da.
Pêşhatên dawî yên navçeyê, metirsiyên serhildana terorê, çawayiya rûbirûbûna wan û çend pirsekî dinê ji bo her dû aliyan ve girîng bûn, mijarên dinê vê civînê bûn.