Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Nêçîrvan Barzanî: Çareseriya Iraqî baştirîn çareserî ye

2023-04-08T13:59:48.000000Z
Nûçe Gotar
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro danê sibê roja şemiyê 08.04.2023ê li Bexdayê beşdarî merasima 42emîn salvegera damezrandina Rêxistina Bedir kir ku, her yek ji Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Iraqê digel hejmareka wezîr û berpirsên hikûmî û aliyên siyasî yên Iraqê tê da amade bûn.

Di merasimê da Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir.

Bi navê Xwedê,
Amadebûyên hêja..

Destpêkê bi helkefta 42 saliya damezrandina Rêxistina Bedir, pîrozbahiyê li birêz Hacî Hadî Amirî Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir û endam û cemawerê Rêkxistina Bedir dikim. Hêvîdarim Rêxistina Bedir di parastina seqamgîrî û bicîkirina demokrasî û federaliyê li Iraqê roleke bi bandor bilîze.

Herwesa, rê bi min bidin ku, li ser navê cenabê Serok Mesûd Barzanî pîrozbahiyê li serkirdatiya Rêxistina Bedir bikim, cenabê wî rêz û pîrozbahiyên xwe yên taybet pêşkêşî birêz Hacî Hadî Amirî û hemû endam û alîgirên Rêxistina Bedir dike.

Birêzan!

Dîroka Rêxistina Bedir vedigere bo serdema berengarbûna li dijî rejîma dîktatorî. Aliyên opozîsyona Iraqê wê serdemê li dijî rejîma berê têkoşîneke pir dijwar kir. Hevkariya di navbera hêzên siyasî yên Iraq û Kurdistanê da wisa kir ku baweriya pêkhateyên Iraqê bi serketinê xurttir bibe.

Ji ber vê yekê xelk di sala 1991ê da bi bawerî li dijî rejîmê serî hilda û ev bawerî heya rûxandina rejîmê di sala 2003ê da berdewam kir. Her wê yekgirtinê jî wisa kir ku, aliyên siyasî di qonaxa girîng a nivîsandina destûra hertimî ya Iraqê da ku, qonaxeke gelek girîng bû di dîroka hevdem a welatê me da, bi ser bikevin.

Di vê rojê da ku, em bîranîna damezrandina Rêxistina Bedir û têkoşîna li dijî zilmê û zordariyê bi bîr tînin, divê em rêberê Berxwedana Îslamî û şehîdê Mihrabê Seyîd Mihemed Baqir El Hekîm bi bîr bînin. Rêberê şehîd hewleke serkeftî da ku berxwedana Îslamî ya Şîye û Iraqê bi giştî li dijî zilmê bike yek.

Digel bavê min û Serok Mesûd Barzanî û rehmetî Mam Celal têkiliyên di navbera Berxwedana Îslamî û Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê da zêdetir pêş xistin. Ji bilî vê jî, Her tim di navbera malbata Barzan, malbata Hekîm û Mercea Bilind a Şîeyan a Necefê da têkiliyeke xurt hebûye. Nuha jî em dixwaz in ku ew têkilî bi hemû awayan digel Merceiyet da her bihêz bimînin.

Amadebûyên hêja!..

Sibe 9ê Nîsanê ye û 20 saliya rûxandina rejîma dîktator e. Niha demeke minasibe ku li ser serkeftinên ji encama yekîtiyê bi dest hatine rawestin. Bala xwe bidin her du kongreyên opozîsyona Iraqê li London û Selahedîn ku, bernameya Iraqeke demokratîk û federal tê da hate danîn.

Di heyama 20 salên borî da hilbijartin bûye beşek ji jiyana siyasî û ev jî pêşkeftineke girîng e, ji ber ku hilbijartinên azad li her cihî û li her welatekî ruhê demokrasiyê ye. Herwesa nûnerên pêkhateyan jî di parlementoyê de têne temsîlkirin û Iraq êdî ji bo cîranên xwe ne metirsî ye. Iraq xwedî destûreke daîmî demokratîk û federal e ku hatiye qebûlkirin.

Ev hemû xalên sereke û girîng in ji bo guhertina sîstema desthilatdariyê li Iraqê. Helbet di van 20 salan da gelek xeletî jî hatin kirin ku divê em wan rast bikin. Bi heman awayî, kêmbûna beşdarbûna dengderan di proseya hilbijartinê da jî divê were çareser kirin.

Em hemû di serketinan da beşdar bûn, herwesa em hemû jî, li gorî asta beşdarbûna xwe, berpirsyariya xeletî û kêmasiyên li ser xwe digrin. Gelek ji wan yasayên ku divê li gor destûrê bêne derxistin, nehatine derxistin, ji ber ku ew yasa dê bibin mekanîzma serkeftina Iraqa nû û avakirina sîstema federalî li Iraqê.

Divê em li Iraqê hertim vê rastiyê ji bîr nekin ku dîktatorî û cudahiya etnîkî û olî hertim bûye sedema şer û wêrankirina welat. Ji ber wê jî hebûna sîstemeke temam federal û wekhev di nav neteweyan da, tekane rêya aramî û pêşketinê ye li Iraqê. Serpêhatiyên tal ên dema borî ziyaneke mezin gihandiye gelên Iraqê. Ji bo xatirê hemû pêkhateyên Iraqê divê em ji van ezmûnan ders werbigrin.

Iraq bi îstîqrar û serkeftî dibe dema ku, şîe, sunne, kurd, xiristiyan, tirkmen û pêkhateyên din xwe tê da wek hevpar û serkeftî bizanin. Iraqeke cihêreng pirreng dê bi ser bikeve, Iraqeke yekreng bi ser nakeve. Dîroka 102 salên borî bi zelalî ji me re dibêje ku, divê em hemû bi hev ra beşdar bibin.

Birêzan!

Gelek keyfxweş im ku, dibînim birayê birêz Mihemed Şîya Sûdanî, Serokwezîrê Iraqa Federal, ji bo cîbicîkirina karnameya hikûmetê ku ji aliyê hemû aliyan ve hatiye piştevanîkirin, hewlên ciddî dide û kar dike. Em li Herêma Kurdistanê dê bi her awayî piştevaniya arasteya Serokwezîr bikin û me ji hemû dost û hevkarên xwe ra jî gotiye.

Rêkeftina hinartina petrola Herêma Kurdistanê gaveke mezin e bi arasteya çareseriyeke berfireh. Destxweşiyê li Serokwezîrê Iraqa Federal, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kak Mesrur Barzanî û tîma her du hikûmetan û partiyên Hevpeymaniyê ji bo birêvebirina dewletê dikim.

Me ji destpêkê ve gotiye “çareseriya Iraqiyane” baştirîn çareserî ye. Ger em hemû vegerin ser wê çareseriyê, em dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin. Em hemû dikarin li rêyên din bigerin, lê rêya rast ji bo her kesî rêya navxwe ya Iraqî ye.

Çareseriya Iraqî dê serwerî û pêşketina Iraqê bihêz bike. Ew ê baweriya gel bi desthilatdaran xurt bike, dê baweriya di navbera pêkhateyên Iraqê da xurt bike.

Eger em çareseriya Iraqî bikin niyet û armanca xwe, em dikarin dilrehet bibin ji aramiya niha û serkeftina paşerojê misoger bikin. Çareseriya Iraqî bi şirîkatî û diyalogê dê bi ser bikeve ji ber ku, me ruhê vê şirîkatiyê heye ku ew jî destûra Iraqê ye.

Beriya 10 salan, Serok Barzanî bi niyeta pak û nêrîneke stratejîk daxwaz ji hemû aliyên Iraqî kiribû ku ji bo rêgirtin li karesatên mezin li hev bicivin û daxwaza vegerandina ji bo destûrê kir.

Lê mixabin ev yek nehat kirin, bûyer û karesatên gelek ne xweş rastî Iraq û herêmê hatin. Îro li Iraqê rewşeke nû û dilxweşker derketiye holê, em di wê baweriyê da ne ku niha li ser hemû mijaran cihê zemîneyê diyalogê heye. Lewma divê bi dilekî pak, bi nêrîneke netewî û çareseriyeke niştimanî dest pê bikin.

Iraq rûbirûyê gelek astengiyên nû yên navxwe û herêmî dibe, ji ber wê jî divê êdî em pirsgirêkên hêlawêstî nehêlin da ku em bikaribin bi ser pirgirêkan da bi ser bikevin. Yek ji van pirsgirêkan jî tehdîda guherîna av û hewayê ye. Iraq yek ji wan 5 welatên cîhanê ye ku herî zêde bandora guherîna keşûhewayê li ser hebe, pêwîstî bi projeyên stratejîk û mezin ji aliyê hikûmet û parlamentoya Iraqê ve heye.

Careke din pîrozbahiyê li Rêxistina Bedir û hemû endam û alîgirên wê dikim û daxwaz ji hemû serkirde û aliyên siyasî dikim ku di vê Remezanê da bi dilekî pak danûstandinan bikin ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan û jiyaneke baştir bo tevahiya gelên Iraqê.

Gelek spas dikim, ez ji we ra demek xweş dixwazim. Gelek spas ji bo vexwendina we.