Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja şemiyê piştî nîvro 21.01.2023, li Bexdayê beşdariya merasima roja Şehîdê Iraqê û salvegera şehîdkirina Ayetullah Mihemed Baqir Al Hekîm kir ku di merasimê da her yek ji; Letif Reşîd Serokomarê Iraqê, Mihemed Helbûsî Serokê Parlamentoya Iraqê, Mihemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê û hejmareke zêde ya berpirsên hikûmetê û berpirsên partiyan û nûnerên welatan tê da beşdar bûn.
Serok Nêçîrvan Barzanî, di merasîmê de, gotarek pêşkêş kir û eva li jêr jî teksta wê gotarêye.
Amadebûyên hêja,
Silav li we bin û hûn hemû bi xêr hatine bo merasima Şehîdê Niştimam û 20-mîn saliya şehadeta Ayetullah el-Uzma Mihemed Baqir Al Hekîm.
Ez bi navê gelê Kurdistanê, ji bo ruhê paqijê Şehîdê Mîhrab û hemû şehîdên azadiya Iraqê silavan dişînim.
Digel bi bîranîna Şehîdê Mihrab, Seyîd Mihemed Baqir Al Hekîm, hemû bîranînên hevxebat û têkoşîna bi hev re li dijî zilm û dîktatoriyê ji bo me hemûyan careke din zindî dibe. Seyîd Muhammed Baqir Al Hekîm ji aliyê Tevgera Rizgariya Kurdistanê ve gelek bi hurmet e. Ji ber ku ew weke yek ji damezrênerên sereke yên Tevgera Berxwedana Îslamî li Iraqê, bi dirêĵiya salên têkoşînê da, wî bawerî bi komkirina hemû hêzên Iraqî hebû.
Di Kongreya Serkeftina gelên Iraqê ya li Tehranê di sala 1986an da, digel bavê min, Îdrîs Barzanî hevxebata Kurd û Şîe û aliyên din û hemû pêkhateyên Iraqê bihêztir kirin. Têkiliyên xurt yên Seyîd Mihemed Baqir Al Hekîm digel Serok Mesûd Barzanî û Serok Mam Celal, gelê Iraqê bi yekrêziya opozîsyona Iraqê kêfxweş kir û bû sedem ku Civaka Navdewletî piştevaniya gelê Iraqê û opozîsyona li dijî dîktatoriyê bike.
Ew peywendiya bihêz ya di navbera partiyan da bû sedem ku opozîsyona Iraqê di Kongreya Londonê da di sala 2002 da û Kongreya Selahedîn di Sibata sala 2003 da, ji bo danîna gotar û bernameyeke yekgirtî ji bo qonaxa piştî dîktatoriyê, li ser bingeha dabînkirina mafên hemû pêkhateyan û birêvebirina Iraqê li ser bingeha sîstema federalî li hev bikin.
Şehîdê Mîhrab û Mucahidê mezin ê Iraqê Seyîd Mihemed Baqir Hekîm yek ji zanayên Iraqê yên di warê şerîat, felsefe û aborî da bû û ji ber wê jî, ji bo hemû netewe û olan, ew xwedî dîtin û fikrên vekirî bû. Aqilmendiya rêberan wisa dike ku hertim ji nakokiyên etnîkî û olî dûr bikevin û pirên pêwendî û jiyana hevbeş xurtir bikin.
Têkiliya Rêberê Şoreşa Kurdistanê xwedêjêrazî, Mela Mistefa Barzanî, digel Merceîyeta Necefê bû sedem ku Îmam Seyîd Muhsîn Hekîm bi hemû awayî piştgiriya gelê mezlûmê Kurd bike û di sala 1965an de fetwaya heramkirina şerê li dijî Pêşmerge û Kurdan derxist. Di sala 1974an da, şehîdê mezin ê Iraqê Ayetullah el-Uzma Mihemed Baqir Sedir heman fetwaya heramkirina şerê Kurdan carek din bi zelalî dubare kir.
Bi heman awayî, Ayetullah el-Uzma Seyîd Elî Sîstanî (Xwedê temenê wî dirêj bike) piştgirî da destûra bingehîn a Iraqê ji ber ku maf bi hemû pêkhateyên Iraqê dide. Destûra Iraqê pêkvejiyana hemû Iraqiyan li ser bingehê lihevhatin di nav pêkhateyên Iraqî da bi awayekî federal qebûl kir.
Amadbûyên hêja…
Ji encama avakirina bawerî û têkoşîna hevpar a hemû aliyan da ji bo rizgarbûn ji dîktatorî û zilmê, hezkirin di navbera hemû netewe û pêkhateyên Iraqê da çêbû. Ji ber vê hevkariyê jî me destûrek bi hev ra nivîsandiye ku yekîtiyê di navbera hemû pêkhateyên Iraqê da li ser esasê dabînkirina mafên hemû pêkhatyan bi awayekî wekhev pêk tîne.
Ev destûr girêbesteke siyasî û civakî ye di navbera hemû pêkhateyên Iraqê da, nabe weke niha ew dest bê îhmalkirin, lê divê bi temamî were cîbicîkirin, da ku xelk xwe ji proseya siyasî ya Iraqê dûr nebîne. Divê mafên hemû pêkhateyên Iraqê li gor destûrê bên garantîkirin û divê bi awayekî rasteqîne û bi kiryar sîstema desthilatdariya Iraqê federalî be, ku ev jî prensîba sereke ya destûr û sîstema siyasî û îdarî ya Iraqê ye, ku gelê Iraqê di mezintirîn referanduma dîrokî da dengê xwe bi wê destûrê daye.
Em li Herêma Kurdistanê li ser esasê cîbicîkirina destûrê û li ser esasê rêkeftina avakirina Hikûmeta Federal a Iraqê piştevaniya xwe ji bo Serokwezîr birêz Mihemed Şiya Sûdanî dubare dikin. Em hêvîdar in di demek nêzîk de xalên rêkeftina avakirina hikûmetê werin cîbicîkirin.
Em, her wesa, piştgiriya wî dikin di hewlên wî de ji bo vegerandina desthilata sivîl û xwecihî li hemû parêzgehan. Hewl dide ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal da li ser pirsgirêkên hêlawêstî platformek ji bo danûstandin û rêkeftinê çêbike. Hewl dide ku xizmetguzariyan dabîn bike. Ew hewl dide hevsengiyê ji bo beşdarbûna hemû pêkhateyên Iraqî di hemû saziyên dewletê, di nav de artêşa Iraqê da, vegerîne.
Birêzan...
Me bi pêwîst zanî ku, îro werin Bexdayê û beşdariyê di vê çalakiya taybet da bikin. Bi rastî Bexda ji bo me bajarekî ezîz e. Eger li Bexdayê, paytexta Iraqa Federal, mafên herêm û parêzgehan bên bi cî kirin, dezgehên dewletê bibin rengdêreke rastîn a sîstema federalî û maf û xizmetguzarî di asteke bilind de ji bo hemû welatiyên Iraqê bên dabînkirin, Bexda gelekî bihêztir dibe. Wê demê Bexda dê bibe parêzvanê hemû navçe û parêzgehên Iraqê. Em bi hev re dikarin bi hêz bin û pêgeha Iraqê bi tevahî bihêztir bikin.
Di xirabtirîn rewşa Iraqê da, hemû Iraqiyan şanazî bi aramî û pêşkeftinên Herêma Kurdistanê dikirin, ji ber ku hêviya vegera aramî û pêşketinê ji bo hemû welat bû, weke beşekî ji Iraqê.
Serok Mesûd Barzanî, di axaftinên xwe yên li ser serhildana sala 1991ê da, hertim şanaziyê bi wê yekê dike ku di serdema rejîma berê da bi sedhezaran leşkerên Iraqî ji Kurdistanê bi selametî ji bo nav malbatên wan hatin vegerandin. Me niha şanaziyeka din jî heye, ew jî ewe ku piştî şerê li dijî DAIŞê 2 milyon û 800 hezar koçber ji bajarên cuda yên başûr û navenda Iraqê hatine Kurdistanê, lê heta vegera wan û heta niha jî, yek bûyereke nexweş û tundûtûjiyê neqewimiye. Ev jî cihê şanaziyê ye û nîşana hezkirin û rêzgirtina di navbera gelên Iraqê daye. Ji ber wê jî zemîna cîbicîkirina destûrê li Iraqê gelek bihêz e û xelk digel wê yekê ye ku pirsgirêk li Iraqê nemînin.
Amadebûyên hêja....
Weke ku em dibînin, pêwîst e ku em di demên tengasiyê de piştgiriyê bidin hev û hemî pêşkeftinên me encama xebata me ya hevbeş bûye. Ji ber vê yekê, niha dema rast û minasib e ku her yek ji me ji aliyê xwe ve biryara xwe bide. Iraq îmkana wê heye ku bi çareserkirina kêşeyan vegere ser pêgeha xwe ya bihêz û hêja li deverê û ev yek jî dê dergehên cîhanê ji Iraqê re veke.
Herêm, parêzgeh, netewe, ol û mezhebên Iraqê ne dijminên hev in, divê ji bo bihevre jiyanê û çareserkirina hemû pirsgirêkan kar bikin, nabe em hev weke hevrikiyê bibînin, em hemû hevdu temam dikin. Divê bi ruhê hevbeş û bi hev ra kar bikin, ev ji bo Iraqê ne nîşana lawaziyê ye, lê belê ev pir neteweyî, pir alî û pir mezhebî çavkaniya hêza Iraqê ye. Di sîstemeke demokratîk, sivîl û federal da wê hemû hevdu temam bikin û piştgirî bidin hev. Dinyaya îroyîn cîhanek pir etnîkî û pir olî e, li cîhanê yek welat û bajarek yekrengî nemaye. ji ber vê jî pêşkeftina cihanê ji hemû demê lezgîntir e,
Niha ji bilî Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî, Keldanî, Suryan û Ermenî, zêdetirî 40 netewe li Herêma Kurdistanê dijîn. Hemû bi hev ra avadanî û pirçandiyê dirust dikin û hemû bi hev re li Herêma Kurdistanê bê pirsgirêk û dilxweş in. Ev ji bo me hemûyan rûmeteke mezin e.
Me dît ku mezintirîn rejîma dîktatorî, tundtirîn sîstema ewlekarî û leşkerî û redkirina pir dengiyê li Iraqê, nekarî berdewam be, ji ber ku Iraqî dixwazin bi aştî û pir rengiya xwe bextewar bin û bi hev ra bijîn. Ev jî armanca şehîdê Mihrab Ayetullah El-Uzma Mihemed Baqir Al Hekîm (Quds Sûra) û hemû şehîdên azadiya Iraqê bûye.
Li Iraqê gelek tiştên me yên hevpar hene ku me bi hev ra kom dikin. Ji bo bihevre jiyankirin, hevpejirandin û xebata bi hev re prensîbên hevpar hene. Daxwaza rastîn a hemû Iraqiyan bihevrabûneke wekhev e, ji ber wê jî divê ev xwestek a Iraqiyan bi cih were û bibe kiryar. Di dawiyê de, em hemû bi avadanî û pêşketinê serbilindin, ne bi dirêjkirin û kûrkirina nakokî û pirsgirêkan.
Hêvîdarim di demek nêzîk de hemû pirsgirêkên li Iraqê çareser bibin û Iraqî bi xizmetguzariyên baş bi xweşî bijîn.
Em careke din silav û rêzên xwe ji bo giyanê nemir (Şehîdê Niştiman) Ayetullah el-Uzma Mihemed Baqir Al Hekîm (Quds Sara) dixwazin. Gelek spas ji bo vê vexwendinê.
Gelek spas dikim.