Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Nêçîrvan Barzanî: Divê zêdetir girîngî bi huner û kulturê bê dayîn

2024-05-30T07:16:59.000000Z
Nûçe Gotar
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja duşemê 27.05.2024ê li bajarê Hewlêrê, beşdariya merasima nasandin û vekirina Navenda Çand û Hunerê ya Kurdistanê bû û di merasîmê da gotarek pêşkêṣ kir û eve jî naveroka wê ye:

Amadebûyên birêz

Êvar baş,

Ez kêfxweş im ku em vê êvarê bi helkefteke cuda, dûrî cîhana siyasetê, bi hev ra li ser huner, mîrat û cîhana ziman û çandê biaxivin. Ji dil spasiyên xwe pêşkêşî van ciwanên hêja dikim ku ez vexwendim merasima ragihandina (Navenda Çand û Hunerê ya Kurdistanê) de beşdar bibim.

Di nava van hemû tevlîhevî û bûyerên siyasî yên ku her tim li derdora me diqewimin da, her minasebetek weha derfetek e em bi bîr bînin ku jiyan tenê bi siyasetê ra sînordar namîne û huner û çand aliyekî jiyanê yê girîng, xweş û watedar e. Bi taybetî parastina çand, huner, ziman, edebiyat, kevneṣopî û dîroka gelê Kurdistanê girîng e, ji ber ku ev tişt nasnameya wî ya netewî û niştimanî pêk tînin.

Ji dil û can û bi germî destxweşî û pîrozbahiyê li van birêzan dikim ku hizir di avakirina vê navendê da kirine û bêwestan xebitîne heta ku gihîştine vê rojê û ew Navend xistin ser piyan. Ez bi hurmet û spasdarî li ked û xebata wan dinêrim û hemû alîkarî û piştgirîyê ji bo serxistina kar, erk û armanca projeya wan dupat dikim.

Birêzan.

Kurd û Kurdistanî xwedî dîrok û mîrateke gelek dewlemend û cihêreng e. Biṣaftin û çewsandin, ambargo, înkar, tundî û çekan û her tiştên bi dirêjahiya dîrokê da bi awayekî organîzekirî û bi rêkûpêkî di çarçoveya plan û polîtîkayên tunekirinê yên li hemberî Kurd û Kurdistanê û çanda vî gel û vî welatî kirine, lê nekarîne mîrata xweş û dewlemend a vî welatî ji holê rakin.

Sira mana Kurd û gelê Kurdistanê, tevî hemû karesat û belayên ku di dirêjahiya dîrokê da hatine serê me, di xwestek, îrade û hezkirina parastina ziman, çand, huner û wêjeya xwe da ye. Kurd û gelê Kurdistanê di vê çarçoveyê da modeleke bêhempa pêşkêş kirine.

Li vir ez gotineke helbestvanê mezin Hacî Qadirê Koyî bi bîr tînim ku, gelek bi kurtî û bi çend gotinan ev mijara girîng rave kiriye.

Hacî Qadir dibêje:

Pirtûk, defter, dîrok û kaxez

Ger bi kurdî bihatiba nivîsandin

Mela, Şêx, mîr û Şahên me

Nav û navnîşana wan dê heya axretê bimaye

Eger em li dîrokê binerin, emê bibînin ku gelê Kurdistanê tenê di derfet û mekanên azadiyê da karîye bibe xwedî zimanekî nivîsandinê. Weke mînak, eger Mîrnişîna Botanê nebûya, Melayê Cizîrî û Ehmede Xanî dernediketin holê, eger Îmarata Baban nebûya, dê Nalî û Salim li holê nebûna.

Di serdema hûkûmeta Şêx Mehmûdê nemir da rojnamegerî û nivîsîna bi kurdî geş bû û li Komara Kurdistanê tenê di nava salekê da şoreşek di warê ziman û çanda kurdî de pêk hat. Piştî rêkeftina Adara sala 1970ê û herwesa piştî avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 1992an da, hemû derî li ber ziman, huner û çanda Kurdî hatin vekirin.

Li vir, divê ku em behsa Şêx Evdilselam Barzanî bikin ku, di despêka sedsala bîstan da, di yadaştekê da ku ji rayadarên Osmanî ra pêşkeş kiriye, daxwaza bikaranîna zimanê Kurdî kiriye. Me ev mînak hemû ji bo wê yekê anîn ziman da bibêjîn ziman, çand, huner, pirtûk, sînema, şano stûna sereke ya maf, daxwazî û nexşe û pilanên ber destê me bûn û ez we piştrast dikim ku em ê di van waran de erka xwe bi cih bînin.

Birêzan.

Rast e, demeke dirêj ji ber şert û mercên dijwar û nebûna kapasîteya arşîvkirinê, me dewlemendî û xezîneyeke zengîn a hunerî û çandî ji dest da, ji hezaran berhemên muzîkê bigire heta bi sedan efsane, metnên edebî, destnivîsên hêja yên zana û nivîskaran, wêne û wêneyên hunerî, lê tevî wê yekê jî, em xwedan yek ji huner û çandên mirovî yên herî dewlemend in.

Belê, rewşa siyasî hertim bûye sedem dirustkirina hin karên din yên pêşîne, lê tevî vê yekê jî, di heyama zêdetir ji sîh salan da, piştî serhildanê li Herêma Kurdistanê, heta ku ji dest hatiye, xizmeta warê çandî hatiye kirin. Lê hê gelek tişt hene ku bêne kirin û divê girîngiyek pir zêde li ser hemî aliyên vî warî û pêşxistina wê di her astê da bê dayîn.

Ji bo bidestveanîna vê yekê, pêwîstî bi pêdaçûneke cidî ya siyaseta çandî li Herêma Kurdistanê heye. Gelek girîng e ku sazî û dezgehên fermî yên ku di warê çandî da kar dikin, her ji kesan dest pê bike û heta digehe dezgeh û saziyên di warê huner û çandî da pispor in, gelek girînge bi berdewamî bi hev ra hevkarî û hevbeşiyê bikin. Ji ber ku huner û çanda me ya dewlemend dikare rûyê Kurdistanê bi rengekî xweşiktir nîşanî cîhanê bide.

Însiyatîf û hebûna alav û dezgehên weke vê navenda hunerî û çandî dikare xizmetên mezin pêşkêş bike û dewlemendiyeke çandî ya gelek hêja li Kurdistanê biparêze. Arşîvkirin û dîjîtalkirina destnivîs, belge û pirtûkên kevnar û degmen, ku di pirtûkxaneyên taybetî û di komcêm malan da ketin ser hev, ji bo parastina wan ji windabûn û jinavçûnê hata bêjî karekî pir pêwîst û girîng e.

Teknolojiya û jîriya destkird niha derfet û îmkanên mezin afirandine ku, dikare di pêvajoya tomarkirin, parastin û arşîvkirina mîrata me ya çandî da gelek alîkariya me bike û alîkarî û îmkanên baş ji me re peyda bike. Tişta ku niha vê navendê di vî warî da û li navçeyên curbicur yên Kurdistanê bi dest xistiye, bi rastî destpêkek gelek başe û xebata wan cihê pesindan û destxweşiyê ye, û divê bi her awayî piştgirî lê bê kirin.

Divê em vê jî bibêjin ku rêzdar Profesor Mazharê Xaliqî û ekîba wî ya li Enstîtuya Kelpûra Kurdî ji berê ve xebatên mezin û giranbiha pêk anîne. Ew bi salane li ser xebata xwe berdewam in û xizîneyeke dewlemend a muzîk û berhemên hunera Kurdî bi asat û kalîteyek bilind û bi awayekî organîzekirî diparêzin û ji vir, tevî spasîkirinê, ez destxweşiyê li wan hemû birêzan dikim. Ez jê ra serkeftinên berdewam dixwazim.

Di vî warî da jî wergerandina berhemên Kurdî bo zimanên din karekî girîng û pêwîst e. Di vê çarçoveyê da jî, teknolojiya alîkariyek baş e, ji ber ku ew gihîştina her derê hêsan dike. Li vir bi Şakara Mamosta Hejar Mukriyanî (Çêştî Micêwir) dest pê kiriye û ew wergerandine Îngilîzî, karekî pir baş e û dîsa destxweşiyê lê dikim.

Ez careke din bi destbikarbûna xebatên vê navendê li hemû aliyan pîroz dikim, li hemû wan ciwanên ku xemxurên kultur û parastina ziman û wêjeya Kurdî pîroz dikim. Ez spasiya wan hemûyan dikim, çi yên li welêt û çi yên ji derve hatine û alîkariya wan li Kurdistanê û derveyî welat kirine. Divê em bikarin baştir xizmeta van waran bikin û bibe pirek digel hevpîşeyan wan li cîhanê, em jî dê hevkar û piṣtevan bin.

Careke din destxweşiyê lê dikim û rojeke xweṣ ji hemû aliyan ra dixwazim.

Gelel spas