Piştî nîvroya îro Yekşem, 16.11.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Lee Jeong-il, Balyozê nû yê Koreya Başûr li Iraqê kir.
Di civînê de, Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li birêz Lee-il kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest, herwiha tekezî li ser hemû piştgirî û hevkariya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkê wî kir.
Her du aliyan têkiliyên Koreya Başûr bi Iraq û Herêma Kurdistanê re gotûbêj kirin û ronahî xistin li ser kar û çalakiyên şirketên Koreyî li Iraq û Herêma Kurdistanê.
Serif Barzanî, ligel pesnê têkiliyên demdirêj û hevkariyên Koreya Başûr ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, bal kişand ser rola rêxistina KOICA ku di beş û warên cuda de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye.
Di mijareke din a civînê de, serkeftina hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û rewşa Herêma Kurdistanê û herêmê bi giştî hatin gotûbêjkirin.