Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, vê sibehiya roja yekşema 01.12.2024 li bajarê Hewlêrê, beşdariya merasima 100 saliya ji dayikbûna zanayê mezinê Kurd û cîhana îslamî, Prof. Dr. Mistefa Zelmî da kir ku, li Hola şehîd Seed Ebdula li Hewlêrê birêveçû ku ji aliyê Korbenda Hizrî ya Îslamî û Rêkxistina Rewşenbîrî ya Mistefa Zelmî ve hatibû li darxistin.
Di merasimê da ku hejmareke berpirsên hizbî û hikûmî, akademîsyen û mamosteyên olî ji navxwe û ji derveyî Herêma Kurdistanê, nûnerên El-Azhar Sharif û kesûkarên Profesor Mistefa Zelmî amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir ku eve jî naveroka gotara Serok Nêçîrvan Barzanî ye:
Amadebûyên birêz!
Spêde baş!
Hûn hemû bi xêr hatin. Ez dixwazim bi taybetî bixêrhatina mêhvanên ji Al-Azhar Şerîf hatine û îro bi me ra di vê merasimê da beşdarin bikim. Hûn gelek bixêrhatin serçavan. Em kêfxweşin ku di vê forum û merasimê da ji bo bîranîna 100. salvegera ji dayikbûna mirovekê taybet, zanayê mezinê Kurd û cîhana îslamî, Profesor Dr. Mistefa Zelmî beşdarin, her kesê bi me re beşdare, bi xêr bên.
Xwedê jêrazî Zelmî ne tenê zanyar û bîrmendek bû, ew sembola reform û nûjenkirina ramana îslamî û qanûnê bû. Ev mirovê ku, ji bo avakirina civakek dadperwer û mirovanetir jiya, wî karî nirxên olî yên sabit û hewcedariyên serdema nû bi hev ra kom bike û bi vê yekê jî wî karîbû kareke mezin encam bide.
Dr. Mistefa xwediyê nêrîneke nûjenî ya berfireh bû, li ser bingeha baweriyeke kûr ku, Îslam ne rêgire li ber pêşketinê, belkî ji bo geşkirin û nûbûnê hêzeke piştgire. Ew di wê baweriyê da bû ku, zagon ne sabitin, lê amûrên ji bo xizmetkirina mirovan û ji ber vê yekê divê geş bikin da ku digel pêdivî û guhertinên gelan da biguncin.
Dr. Zelmî xwendinek nû û rewşeniyê ji bo tekst û nivîsara şerîetê pêşkêş kir. Wî bal kişand ser wê yekê ku divê hişmendî raneweste û têgihîştina ser ve ya nivîsaran dikare rê li ber pêşketina civakan bigre. Wî bawer dikir ku Îslam ji ber ku dînê dilovanî û edaletê ye, bi tu awayî zilm û cudakariyê qebûl nake.
Amadebûyên hêja!
Min berê hem berhemên wî û hem jî li ser jiyana mamoste Zelmî xwendibû, min zanibû tiştê ku em dixwazin bikin bêyî hevkarî û piştgiriya wî ne hêsane werin kirin. Ji ber vê yekê, wekî Muhamed Şerif got, di civîna min ya yekema bi wî ra di 12-ê tîrmeha 2007 an da, min daxwaz jê kir ku ew li Kurdistanê bimîne.
Hebûna wî ji bo guhertinên mezin di qanûna rewşa takekesî da pir pêwîst bû. Bi awayekî bi bandor beşdarî di guhertina têgihiştinên şaş yên di derbarê gelek pirsgirêkan wekî: sûnetkirina jinan, ji hev cûdabûn, kuştina jinan û pirjinî ku ev yek jî bi rêya gotûbêjên fikrî û bîrmendiyên berhemdar hate kirin.
Di heman salê da, bi serpereştiya min û bi Serokayetiya Dr. Zelmî û endametiya 10 pîsporên têkildar bi vê pirsê dest bi amadekirina proje yasaya serastkirina Yasaya Rewşa Takekesiyê hate kirin. 8 mehan kar li ser hate kirin û bi hemû aliyên peywendîdar ra têkelî hate danîn.
Di dawiyê da jî bi awayekî pêşketî ku li gorî nivîsara Qurana pîroz biguncê hate amadekirin. Piştra ji aliyê Encûmena Wezîran û Parlementoya Kurdistanê ve hate pejirandin. Guhertinên mezin bûn, helbet bêyî têgihîştina kûr ya Zelmî ya Qurana pîroz û fiqhê, ev yek ne pêkan bû. Her wiha di razîkirina zanayên olî da bi girîngiya vê guherînê û piştgirîkirina wan roleke sereke dît.
Mamosta Zelmî tevgereke rewşenbîrî ya mezin li ser bingeha têgihîştina mirovî ya ji bo Îslamê afirand, dûrî kevneşopiyên kevin yên ku tu têkiliya wan bi olê ra tunebûn. Ji ber vê yekê civaka Kurdistanê hertim deyndarê keda zanistî û rewşenbîrî yên mamoste ye.
Wî hertim bêrawestan bi mele, akademîsyen, qanûndaner û siyasetmedaran ra xebitî da ku hevsengiyek di navbera nirxên îslamî û hewcedariyên hevdem da çêbike. Karê wî dijwar bû, lê wî qanûnek derxist ku balansek baldar di navbera parastina nirxên çandî û olî û dabînkirina dadmendî û wekheviyê ji bo her hemûyan pêkanî.
Ev qanûn ne tenê nivîsareke qanûnî bû, belkî rengvedana felsefeya Dr. Zelmî bû ku, sitemê red dikir û mirovsalarî û rûmeta mirovî bihêz dikir.
Birêzan!
Bi baweriya Dr. Zelmî desthilatdarkirina jinan ne tenê mijara mafane, di heman demê de ji bo avakirina civakek bihêz û bi biryar jî faktoreke bingehîn e. Ew yek ji yekemên parêzvanên pirsa jinan û mafên jinan li Herêma Kurdistanê bû.
Bi awayekî ber bi çav beşdariya derxistina qanûna cezakirina hemû cureyên tundiya li ser jinê da kir, kedeke girîng da. Yasaya Rûbirûbûna Tundûtûjiya Malbatî di sala 2011 an derxist ku, encameke raste rast ji hewlên fikrî û qanûnî yên Dr. Zelmî bû.
Her tim tekez dikir ku tundiya li ser jinê ne tenê pirsgirêkeke take kesî ye, di heman demê da li ser tevahiya civakê jî metirsî ye. Ew di wê baweriyê da bû ku pêkanîna edaletê ji bo jinan gaveke bingehîne, û ji bo bidestxistina civakek hevseng û dadperwer e.
Dr. Mistefa dizanî ku çaksaziya di warê yasayan da tenê bi diyaloga kûr û hevkariya di navbera aliyên cûda de pêkan e. Wî bawer dikir ku şerîeta îslamî û yasayên nûjen ne hevdijin, lê dikarin bi hev ra ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê kar bikin û di vê derbarê da wî kedeke mezin da û erkeke mezin bi cîh anî.
Felsefeya wî li ser wê baweriyê bû ku ol çavkaniya îlhama exlaqî û dadmendiyê ye, lê qanûn divê bibe navgînek pratîkî ji bo parastina mafên mirovan û bi rêkûpêkkirina têkiliyên di navbera ferdên civakê de.
Amadebûyên hêja!
Mîrasa Dr. Mistefa Zelmî ne tenê pirtûk û yasa ye, di heman demê da ji bo nifşên paşerojê jî peyama hêviyê ye. Wî hînî me kir ku hişmendî û xebata berdewam tekane rêya gihîştina pêşkeftinê ye. Wî îspat kir ku asteng ne rêgirin, lê ji bo afirandin û nûbûnê motîvasyon in.
Dr. Zelmî di jiyana xwe da rûbirûyê gelek astengan bû, lê ew mînaka azayetî û îsrariyê bû. Ji lêkolînên wî bigre heta reformên wî yên di warê qanûnê da, ew her dem ji bo xizmeta zanist û civakê pêdagir bû. Ji ber vê yekê jiyana wî çavkaniya îlhamê ye, ji bo hemû kesên ku ji bo avakirina paşerojeke baştir ji gelê xwe ra hewl didin.
Wekî ku ew di yek ji nivîsînên xwe da dibêje: "Zanistiya rastîn ew e ku ji mirovan ra xizmetê dike û wan bilind dike. Her zanistek ku vê yekê bi dest nexe, zanistek ne temam e."
Em li Herêma Kurdistanê bi berdewamî li ser rêya Dr. Zelmî ji bo bihêzkirina dadperweriya civakî, parastina mafên mirovan û dabînkirina wê yekê ku Kurdistan bibe penageha tolerans û pêkvejiyanê emê berdewam bin.
Ji bo ku mîrasa wî ya fikrî û yasayî di civaka me da zindî bimîne, em dê bi ciddî xebata xwe bidomînin. Ew dê di avakirina civakek sivîl da ku rêzê li cihêrengiyê bigre û nirxên mirovatiyê xurt bike rê nîşanî me bide.
Birêzan!
Mîrasa Dr. Zelmî ji tixûbên Kurdistan û Iraqê derbas kirine. Nêrînên wî yên fikrî û reformên wî ne tenê navxweyî bûn, belkî ji bo cîhana Îslamê û civaka navneteweyî jî bûye çavkaniya îlhamê. Her ji ber vê yekê jî di sala 2013an da ji aliyê Şêx El-Ezher Şerîf ve hate xelatkirin.
Ew ne tenê mirovekî zanist bû, lê wî peyamek mirovî ya mezin hilgirtibû: peyama dadperwerî û toleransê ku îro ji her demê bêhtir pêdiviya me bi wê heye. Wî îsbat kir ku zanîn û xebata domdar dikare ber bi çêtirbûnê ve bibe hêza guhertina rastîn. Em îro li vir ne tenê ji bo bîranîna wî û mîras û destkeftiyên wî civiyan e, lê em civiyane ku, ji bo berev pêşvebirina peyama wî, soza xwe nû bikin.
Ez destxweşiyê li amadekarên vê civînê dikim. Gelek spas ji bo keda wan û dilsoziya wan. Spas ji bo wan hemû kesên ku beşdariya li zîndîkirina bîranîna vî zanayê hêja bûn.
Hemû alî bi xêr bên.
Bîranîna xwedê jêrazî Prof. Dr. Mistefa Zelmî dê her dem bi zîndî bimîne.
Gelek spasiya we dikim.
Rojeke xweş ji we re dixwazim.